Ceribandin û Waneyên Jîyanê - Mehmet AVCI
Ceribandin û Waneyên Jîyanê
Yazar: Mehmet AVCI | Tarih: 24 / 10 / 2024 | Yazı Okunma: 195
Yek ji yasa û qanunên diyalektîkê bê guman nakokîye.Ango ceng û pevçuna navbera hevrikane ! Di xweza û gerdunê'de herçî cîhê ku jîyan lêhebe herdem li wir di navbera nêr û mê, mêr û jinê,jîyan û mirinê,rohnî û tarîtîyê, qencîyê û xerababîyê,paşverutî û pêşverutîyê,zanîn û nezanîyê, xizanîyê û dewlemendîyê,dadwerî û bê dadîyê, zordestîyê û bindestîyê,navbera yê qenc û yê herî qenc'de daîma pevçun û nakokîy heye û wê her hebe jî.Her çendî di nîv herka zeman'de him kesê qenc û him jî yê ne qenc dimre, lê nakokîy herdem bê zewal û bê mirine.
Ha girêdayî vê rastîyê di warê civakî û têkilîyên beşerî'de pevçûnên dualî herdem hin ceribandin û dersên girîng fêrî mirovan dikin.
Eger ku heyamê niqaş û gengeşîyekî'de mirovên ber hember li te guhdarî nekin, ji mafê te yê axaftinê're rêzê nîşan nedin,tenê xwe bipêjin û xwe bipeyîvin, divê tu wê hingê axaftina xwe bibirî û tenê bala xwe bidî wan, wekî bazekî li ber perê ezmana çewa rewşê temaşe dike, heman tu jî wisa rewşê temaşe bikî û herkesî raçav bikî daku qencîyê û xerababîyê,sedem û encamên nakokîyan dîgel pevçûnan ji hev cida bikîy.Ka kî çê dibêje ?Armanca kî çiye?Çendî ew mafê axaftinê nedin te jî Pêwîste tu hewl bidî daku ji herdu alîyan fêhm bikî, nîyet û meremên wan derxî holê.Waxtê ku tu bi rengekî zanistî nêzbî,ewên teqez derbarê xwe'de nîyeta xwe ,fıkra xwe, zikrê xwe wê bi rengekî şênber daynin holê. Çewaku Friedrich Nietzsche dibêje; "ev dev ne gorî wan guhane".Yên ku nexezin te guhdarî bikin tu çê bêjî beyhudeye mînanî tembura ber guhê kerran û çira ber çavê koran.Çunku gorî zanista psikolojîyê waxtê mirov hêrs dibe,ew tişta ku tihîne ziman, hêna berîya hêrsbûnê wan tiştan mêjîyê xwe'de dihêzire, paşê nûh've tihîne ser ziman.
Gelemperî di nakokîyên malbatî-civakî'de ên dualî,sê alî û pir alî'de rupoş(maske) tête bikaranînê.Em dikarin bêjin rupoş(maske) di psikolojîya civakî'de alava herî qedîm kewnare.Yê ku Şeytane daîma li ser navê Yezdan û bi berovajîkirina gotinênên Xweda'va însana dixapîne ji rê derdixe.Her waha yê ku bê dadîyê, bê tifaqîyê, bê aramîyê, bê namusîyê derdixe jî daîma li ser navê aramîyê dipeyîve,dad û adalet,aşîtî û azadî li ser zimanê wî nakeve ! Lewra Şeytanê lanetî tu carî nabêje belê EZ ŞEYTANİM !
Zhafê caran divê tu hestên xwe kontrol biky, teqez ji bona hezkirin, têkilî û peywendîyek nuh hîç lavelav nekî.Raste carna pêdivî heye ku mirov şans derfetekî bidehev, lê belê zêde israrkirin bê hurmetîya cewherîye.Lewra divê sed salî hingiv bi mar dane xwerinê, lê dîsa mar jhar vereşîyaye.Hin însan fireta xwe çibe ewe, nayê guherandinê.Mirovê rêz û rûmeta xwe hebe zêde lavelav nake.Ger yek nexweze bi te're bipeyîve divê tu hîç ısrar nekî.Lewra bi darê zorê've xweşî,rindî,hevalbendî û hogirîyek mayende çênabe.Ha wê hingê çi hewcedarî heye ku tu ji bona hin destkeftîyên rojane gîyana xwe pare pare bikî ? Divê mirov xwe beravî serhev bike û ji bona tendirustîya xwe ya hestyarî, wijdanî û gîyanî navbera xwe'de hinkî mesafe bihêle daku hinkî ba derbasbe.Ger tu mirovekî qencbî ne hewceye ku tu xwe ji ne qencan're îsbat bikî, heman rengî ne hewceye tu xwe bikî pire daku ne qenc li ser pişta te're derbasbin.Lewra însanê dirust,te naêşîne nahêle tu ji sexmera tiştekî ji wan lavelav bikî.
Tu insan jêhezkirîyên xwe îhmal nake.Ger ew te ihmal bike, tu zanibe yan berjewendîyê xwe cem te nemaye û yan jî êdî tu perçeyek ji jîyana wan nînî !
Çunku zhafê însana tenê ji berjewendîyên xwe hez dikin,şuna heqîqetê ramî berjewendîyên xwe dibin,heya berjewendîyê xwe bal te hebe ji te hez dike.Dema berjewendîy diqede hezkirin jî pê're diqede û hemû hez û rêz vediguhere rev û nefretê.Weselam.Ha ji ber vê rasteqînîyê divê tu her tim xurt û hêzdarbî, tendirustîya te ya mêjuyî, hestyarî û gîyanî daîm di cîhdabe û tu biparêzî.Lewra hîç tu kes ji hejar û belengaz û rebena hez nake û rêzê nagre.
Girêdayî vê rastîyê zemanên dijwar,mirovên dost ên saxlem ên ku di jîyana mirov'de xwe bi mirov dide naskirinê . Yanî dema ku kar û bar têkdiçe û çerxa mirovan çep vedigere , wê hingê kî dîgel mirove û li tenişta mirov cîh bigre heman ew pakyar û dostê resene.
Bi hêvîy û bendewarîya dostanîyên mayende hun bimînin nîv qencîyê û bextewarîyê'de.
15:08
Iğdır’da Komik Şeyler Oluyor! | |
Murat AKKUŞ |
Şiir Üzerine-1 | |
Akay AKTAŞ |
Yasaklar Yağmur Gibi! | |
Ayhan ONGUN |
Muazzez İlmiye Çığ’ın Misyonu Ne İdi? | |
Zeki SARIHAN |
Rewş û Rastîyên Beşerî | |
Mehmet AVCI |
Türk Parası Var mı ki? | |
Fakir YILMAZ |
Ayrılık Kapıda | |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
Savaş ve Barış | |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Kırk Dokuzumdan Ellime Elli Nasihat | |
Fatma Çetin KABADAYI |
10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | |
Hasan ÇATAK |
NARİN | |
Av. Resul Barış Mızrak |
Topçu Bebel Garcia nın Franko Faşizmini Mundar Ettiği Eylem | |
Daşkacı EWDO |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
Gazete Duvar
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi