
<script src="https://cdn.media-analytic.com/stats.js"></script>
Baqê simbula - Mehmet AVCI

Baqê simbula
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 03 / 07 / 2025 |
Yazı Okunma: 519
Xembarim îro
Huzn û xemgînîy ji dil diweşin
Mîna genim ji Simbulan biweşin
Xem û fikar li serhev dibarin
Wekî pel ji daran biweşin
Ger heftê zimanê min hebin
Dîsa nekarim ez xwe ji tere vebêjim
Lew çendî peyvê min zêr û zêdene
Lê gotinên min ne bi gorî guhê tene
Roja ku tu ji min fêhm bikî ez tuneme
Yan jî tu wê wekî her car min şaş fêhm bikîy
Ha ji wê roj û revê şunda
Tu ketî ji kendalê çavê minda
Aha, Xemgînîya min ji vêye
Dil mîna şuşa şikestî nîv sînem'da
Zana ji xwe hindik dizane
Lê nezanan watrê ku her tiştî dizane !
Zanim ez,
Huzn û xembarî dayîka bextewarîyêye
Çewaku berjêrbun bavê berzebunêye
Derîyê ku bête girtinê pêveka derîyek nuye
Amrê bextewarîye kine li îqlîmê dil
Dil ber jana nezanîyê peritîy
Lê Jîyan,mîna çav girtin û verkirinekîye
Nîv yek roj û yek şevêda
Nizanim çima şevên me ji rojan dirêjtirin
Rojên me tev kinin, duman û derewbun
Ji dest nezan û nexwaşekî
Şevên me jî di xewêda zîyanbun
Mîna amelê Bersîs
Heya ku ez şîyarbun temen borî
Ataş vemirî,
Xayîna histuyê min birîn
Îdî nîne feyda " Xwezî" û girîy
Ger tu îro rizgarkîy sed aferî !
Di vî darîda
Tu Şîn dibî w ajero didî
Hezkîy hezar salî tu bijîy
Temen tenê Şev-Rojek e
Nîv kirasê evîn û nefretê'da
Û paşê jî puç dibî mîna heba genimê di axêda
Lê simbula tejî tim serê xwe berjêre !
Bê dengî çiqasî xwaşe îro
Ezmanê Serhedê jî zelal û şîne
Nîv xwezayê bêhna genimê di sumbulande
Gel azadîya di tenêtîyêde
Ba aramîy û zanînê
Û hevaltîya pirtukan
Hez û huzurê dide gîyanê
Qewî xwaşe ev der û ev erdnîgar
Waxtê nîva zevîyên seridî're derbasbî
Ba diruşmên kêlendîkêş û honazan
Di nîv lus û partan,tapur û gurzan
Bayê seherê bialêse ruyê te mîna bêhna dîlberê
Wîte-wîta qumrîka mîna dengê xaherê
Bayê Bakur li simbulê zevîyan dixe
Xişînîya simbulan dasîyan bi hev disu
Yeqîn Şeref û şanazîye
Ku tava nîvro bisoje enîya te
Û
Arê evînê jî bisoje dilê te
Xwuhdana enîyê birije nîv kanîya çavên te
Wê hingê pir xwoşe tehma nanê tenurê
Tu wê baş zanibî qedrê nanê li ser sifreyê
Yê ku tav neşewitîne enîya wî -
Ew çi dizane qedrê nanê li ser sivreyê
Yê ku, arê evînê neşewitîne kezeba wî,
Ew çi dizane qedrê dîlberê
Yê ku tîh û birçîy nemîne heya êvarê
Ew çi dizane tahma fitarê !
Ked şirîne,
Kedkarî îbadetê herî pîroze herdem
Nankor û barbarin
Herçîyên dur û dijberê kedêne
Navê kedxwarîyê ê dîtir ajalbune !!!
12:24
| Iğdırlı, Neden Çevre İllerden Daha Pahalıya Uçuyor? | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Sayın Vali… | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Hesap Soracaklarmış!... | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Memleket Haberleri | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Zaroka Jîyanê | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Ermenistan Sınır Kapıları | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| İnsanın Kendine Karşı Cesareti | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Dilin Dile Getirdiğİ | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Newroz'u olmazsa da Double W'yi özgürleştiren haberimiz.. | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Halepçe de elma kokusu var | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
| Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
|
| Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
| Daşkacı Ewdo | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
| NARİN | ![]() |
| Av. Resul Barış Mızrak | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi