
Rêy û Rêwîtî - Mehmet AVCI

Rêy û Rêwîtî
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 01 / 11 / 2025 |
Yazı Okunma: 849
Dîsa rêwîme ez,li ser rê û dirbanim
Li peyî kar û barê dinyayê rewanim
Temen diqede lê kar naqede
Tu çiqas dixebitî dawî lê nayê
Wekî qaqlîbazek ji nîv dil bifire-
Vê êvarê hestek firîya ji nîv dilê min
Dîsa rewanim ez di şeveka payîzêde
Divê rêwî di rêya xwedabe
Û mirov bendê pêlavê bişidîne
Divê miov berîya şefeqê rêkeve-
Wekî şervanên azadîyê
Şefeqan bi xwere şîyarke
Daku siberoj nekevin bê hêvîtîyê !
Lewra rê jîyane,
Em hemu rêwîyê rêka xwene
Welatê min bihuştek çîyayîye
Rê wek marê reş nav çîyanre derbas dibe
Geh hevraz geh berjêr,
Geh tenge geh firmeye rê
Ezmanê tarî û şîn
Bi hemu heybeta xweve şeve reş dorpêç kirîye
Her tişt yexsîrê şevêye
Lê şev jî mehkumê bê dengîyêye
Bê dengîyek efsunî min kaş dike
Îşev wargeha me "Buzlu pinare"
Ev der ne gunde ne jî bajare
Lê xweş qonax û cîh-ware
Her çendî payîzek hişk û sare
Lê dîsa bezîn ji seknê pir çêtire
Rêwîtî,
Carna kelecana hevdîtinêye
Kêf xweşîye, coşe hedane.
Westan û rawestane
Rêwîtî,
Carna tajan û êşa firaqêye
Xem û kul serhev bar dibin
Rêwîtî,
Carna revek korsane,
Bê bilête,bê xatir xwastine
Carna serîhildane,îsyane
Reva ji derd û kulane.
Carna jî kar û bar telaşa zemane
Rêwîtîyêde,
Ya dûr nêzîke,ya nêzîk jî dur dimîne
Dil,berve dilsozan dilezîne
Çunku dil dildaran dihewîne
Yanî cenga man û nemane
Mînanî temenê mine
Di vê cenga dijwarde hin pêşrevin
Lê hin wekî min şunda mane
Dengê avê çi xweş tê guhê min
Mînanî dengê dîlberê
Min dibe wan salên berê
Ev rubar jî wek min rêwîye dilezîne
Daku xwe bigehîne derya w behrê
Lê dengê avê huzurê tihîne
Mînanî ney û bilurê,
Wekî awazê dîlberê.
Ez zamin,
Her rêwîtîyek xatır xwastineke
Hin rêwîtî fenanî agire dil disoje
Lê hin rêwîtî mînanî pel weşîna ji darane
Tenê yek care, dubare nabe
Çûyîn heye ,vegerandin tunîne
Yek car gul diçilmisin
Û rondik diqerisin ser bijanga.
Rê çiqas dur dibe bilabe
Bes tenê bila rêya heqbe
Bila rêbe bila durbe
Bila delavbe bila kurbe
Bila gulbe bila pîj-kelembe
Zanim rêwîtîya herî rind,
Rêwîtîya berve welate
Û yek jî rêwîtîya dilane !
Îşev,
Bêhna mirovan û deodorantê tevîhev buye
Yek ya dî venaşêre
Otobus pir giran diherike
Carna sohbetek dostane rê kin dike
Mînanî bêhna piltan û reyhanê
Lê derdê dinyayê rê dirêj û dur dike
Em pir gelek bajar û gundan derbasbun
Herkes di xewda razaye wekî goristanê
Tenê rohnîyên kolanan vêdikevin
Lê Amed şîyar û nobedare wek dilê min
Lewra bargiran û xembare wekî min
Dizane li pêşîya wê zivistanek dijware
Her dem şîyar û li ser kare
17:12
| Kurt Dalmış Sürüden Artık Hayır Yoktur! | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Türklere Özgü Davranışılar | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Botan û Barzan Birane | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Serhat Ardahan Tren, Tünel, Konsolosluk, Beklerken, Ya Batum... | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Özgür Özel Güven Tazeledi! | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Medyamızın Acıklı Dururmu | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| CHP ve Kürtler | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Adalet Mi! | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Herkes Kendi Eriğini Yesin | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| AHMEDO... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
| Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
|
| Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
| Daşkacı Ewdo | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
| NARİN | ![]() |
| Av. Resul Barış Mızrak | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
T24
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi