Trabzon'da Kürt Bölgesel Bayrağı Takan Turistlere Linç Girişimi! Trabzon'un Çaykara ilçesine bağlı Uzungöl'de turistler, Irak Kürdistan B&o...           • 17 Kişinin Can Verdiği Iğdır Plakalı Minibüse 57 Kişi Bindirilmiş Van'ın Özalp ilçesinde göçmenleri taşıyan 76 AAC 296 plakalı bir minib&uum...           • Iğdır Lisesi 1986 Yılı Mezunları Ankara’da Buluştu Asım KESER, Cantürk ALAGÖZ ve Gökçan BAYDAR ‘ın ev sahipliğinde Avrupa...           • Kanalizasyon Müdürlüğünden Uyarı:Giderleri Tıkayacak Atıklar Atmayanız Iğdır Belediyesi Kanalizasyon Müdürlüğü: Giderleri Tıkayacak Atıkları Atmayanı...           • SAMER: Bölgede Son Üç Yılda 349 Çocuk Doğum Yaptı, Iğdır 3 Sırada..! TÜİK 2015-2018 verilerine dayanılarak yapılan incelemeye göre; 15 yaş altındaki grubun d...           • Iğdır’da Kayısı Zamanı! Verimli topraklarıyla bilinen Iğdır’da yetişen kayısı, kadınlar için istihdam alanı o...           • Teşekkür Mesajı Elim bir kaza sonucu günlerdir tedavi gören Oğlum Gökhan Karakuş’un tedavi s&...           • Saadet Partisi Milletvekili Cihangir İslam'ın 15 Temmuz Mesajı Saadet Partisi İstanbul Milletvekili Cihangir İslam'ın 15 Temmuz 2019 Özel Birleşimi Konuşmas...           • Yazın Cilt Sağlığınız İçin Beslenmenizde Bunlara Dikkat Edin! Yağlı ya da kuruyan cilt, kırışıklıklar veya akne problemleri aslında cilt sağlığın zayıfladığını ...           • TUAM’da Caner Balığı Yetiştiriciliği İçin Ön Çalışmalara Başlandı Iğdır Üniversitesine bağlı Tarımsal Uygulama ve Araştırma Merkezi’nde (TUAM) bölge...           
Site İçi Arama
Haber Arşiv
     
İstatistikler
Toplam: 1271147
Aktif: 22
Bugün: 407
Dün: 3244
REKLAMLAR

 

Son Videolar

Iğdır Valisinden Yağmur' Şiiri
2088 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Melekli Şahmeran Tepesi
3302 İzlenme, 0 Yorum

Ahura Mazda Iğdır'da
2687 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da Defile Düzenlendi
3348 İzlenme, 0 Yorum

IğdIrlı STK'lardan BARIŞ Çağrı
2316 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da İranlı Turistler ve I
3885 İzlenme, 0 Yorum

Avukat ne yapar? Sorusuna İlko
1670 İzlenme, 0 Yorum

Fotoğraflarla Iğdır
3016 İzlenme, 0 Yorum

Iğdırlı Aşık Hizani Söylüyor
1285 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır küçük Millet Meclisinden
1790 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Görüntüleri
1852 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da Tiyatro
1309 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Tanıtım Görüntüleri
3382 İzlenme, 0 Yorum

Çakırtaş Köyü Kul Yusuf Kümbet
2905 İzlenme, 0 Yorum

TRT1'de Newroz'u Anlatıyor
2151 İzlenme, 0 Yorum

Şîn Û Şahî Civaknasîya Kurda - Mehmet AVCI

Şîn Û Şahî Civaknasîya Kurda

Yazar: Mehmet AVCI |  Tarih: 06 / 07 / 2019 |  Yazı Okunma: 135


Di dîroka mirovahîyê'da hemû netew û civakan,gorî jîyan û çand û kelepora xwe,hin pîvan û nirxên netewî, manewî,exlaqî ên taybet afîrandine.Lewra ku jîyana xwe ya madî jî gorî van nirx û pîvanên exlaqî rêk û pêk dikin.Mînanî her netewê gelê Kurd jî, gorî taybetmendîyên xwe ên gelêrî,netewî,

erdnîgarî,dîrokî û civakî hin pîvan û qrîterên exlaqî afirandine.Ev qrîteran bi sed salan mohra

xwe li jîyana civakî dane.

Yek ji van mêjarên çandinî û exlaqî bê guman mêjara ŞÎN Û ŞAHÎ yan'e.Berê paşê'da, ji bav û khalan çewa ku hatîye dîtin û mîrat girtinê ŞÎN û ŞAHÎ, her yek taybetmendîyekî xwe yê orjînal heye di çanda Kurda'de.

Berê paşê'da gelê Kurd,di şînan'da heznîtî dikirin û hêna jî ev tore berdewame. Çunku

heznîtî tiştekî derunî, exlaqî û mirovaney.Heznîtî,dîgel rêzgirtin, qedir dayîn û hurmetkarîya mirîyan heman demêda pîrozkirin û hesretkêşîya wê jîyana vemirîye .Tore û folklora Kurdayetîyê'da wextê merivek bimre; 1-Jinan li serê xwe desmala reş girê didan û ne pêkanbû ku, kinc û desmalên rengîn bipoşin.

2-Jinan dêre û fistanên xwe vajî dikirin paşê

cil-bergên xwe li xwe dikirin.

3-Mêran jî her waha kirasên reş li xwe dikirin

4-Mêran bi tu rengî, por û rih simêlên xwe şe nedikirin,ne diçûne ser berber(Kuafor) porê xwe çê nedikirin.

5-Heya 40-şev derbas nebuya li gelek deverên Kurdistanê, jin û mêran(ji bilî zarokan) kesekî ser û kincên xwe jî ne dişûşt.

6-Heya 40-şevî Radîo,teyp-pîlak û hemû alavên musîkê kesekî ne dijenî.

7-Hîç tu kesî dawet û dîlan û şahî nedikirin û ên pêşda hatibûn biryardayînê jî betal dikirin û şunda davîtin.

8-Piştî 40-şevî,hin deveran jî piştî hefteyek temam dibû cîran û hawirdor kom dibun,mêrên xwedîyê şînê dibirin ser berber,por û rihê wan didane kurkirin û qusandinê û bi vî rengî heznîtîya wan radikirin.

9-Paşê jî,jinên nêzîk û hawirdor, reşê serê jinên mala şînê radikirin û dilên şikestî dikirîn.

10-Paşê jî,mala şînê - xwedîyê mirî diketin nav û gund û cîranan reşê serê hemû jinan radikirin û ji ber parvekirina heznîtî û xemgînîya wan,ji her kesî're razîbûn û spasîyên xwe pêşkêş dikirin.Yanî berê şînên Kurdan jî mîna şînanbûn û şahîyên Kurdan jî mîna şahîyabun.Sed mixabin naha mînanî gelek tiştan ŞÎN û ŞAHÎ yên me Kurdan jî genî û dejenerebûne.Gelekî ji felsefe û wateya xwe ya

çandinî û dîrokî durketine.

Ev çend care di medya civakî'da em dibînin ku,li hin deveran bin awazê stranên,trajîk, dramtîk yên li ser komkujî û talan û trajedîyan hatine bestekirinê, dîlan û govend têtin gerandinê û bi hezaran mirov ber van

staranan dileyîzin.Jin û mêr şahî û cergubezê digerînin,şanaz û kêfxweş dibin.

Gava min ew dîlan û govend,ew însanên

ber awazên wan strananda bi coş û şahî govendê digerînin û dileyîzin dîtin, bi rastî dil û mêjîyê min sekinî.Ez behît û mat mayî mam.Bi rastî di warê ku mirov ber van stranên trajîk bigrî û xemgînbe,sed mixabin bi hezaran xwuşk û birayên me coş û şahîyê dikin.Gelo bi çê derunî û psîkolojîyê û bi kîjan hest û gîyanî'va waha bi coş û serxwoş dikin reqs û lotikan ? Ez fêhm nakim. Pêwîste kesên pizpor civaknas, (sosyolok)û pîsîlolok li ser vê mijarê,li ser derunî û psîkolojîya civaka Kurda rawestin û lêkolîn û lêgerînên zanistî çêbikin.Ev ne tiştekî li rêzêye,ne jî tiştekî însanî û exlaqîye.

Ez ne derunzan û civaknasim,ev zanist û mijar warê pizporîya min jî nîne.Lê belê ji bona ku mirov tehma hêkê bizanibe qet ne hewceye ku mirov bibe mirîşk û hêk bike. Ez % 100 yeqîn dizanim û dikarim bêjim ku, dîgel veguherandina civaknasîya(sosyolojîya) Kurdan, heman demêda psîkolojî û tendirustîya wan ya derunî jî pêkve xerabuye,têk çûye.

Civakek nornal û xwedan nirxên exlaqî, ne pêkane ku waha tevbigere.Yanî civakek normal

bin awaz û feryadên li ser trajedîyan hatine bestekirinê dîlanê nagerîne û şahîyê darnaxe.

Dîgel şînan li gelek deveran şahîyê Kurdan jî lewitîne,ji felsefe û wateya xwe ya dîrokî zhaf durketine û valabune.

Li gelek deverên Kurdistanê qaşo hin Kurdên muselman ên olperest,di daweta kur-keçên xe'da , di şûna musîk û def û zurnê

êdî Quran û mewludê didin xwendinê.Yanî ev jî mînanî modeyekî serdemîye dest pêkirîye.Hal ew halê di felsefe û lîteratora olê'da jî tiştekî waha pêkenok(komîk) yunneye.Edî di şûna musîkjen û mutriban gazî melle û muezinan dikin Mewludê didin xwendinê.Yanî gelek tiştên sosrete qet di dîrok û sosyolojî û çand û kelepor û felsefa Kurdayetîyê'da

hîç tunnebun van salên dawîyê'da hatine holê.

Di rastîya xwe'da van tiştên sosret, him berovajî rastîya çand û kelepora civakîne û him jî berovajî rastîya xwezaêne.Lewra di xwezaêda

pir-gelek rihber û nebat hene,wexta xweza germ û geşbe,wana bi xwezaê're pel vedidin û geş dibin,lê gava xweza sar û cemêdîbe, wana jî diçimisin û xwe komî serhev dikin.Lê belê ev guheradin û veguherandinên van salên dawîyê'da di sosyolojîya me Kurdan'da

pêkhatine, ne di yasayên xwezaê'da û ne jî di yasayên civakên serdemî'da hene.

Wekî min anî ser ziman,çewaku em Kurd ji folklor û civaknasîya xwe a resen'ra xîyanetê dikin, her waha em ji dîroka xwe'ra jî îxanetê dikin.Civaka ku dîroka xwe baş nezanibe û gorî rastîya dîroka xwe,xwe rêk û pêk neke,ew civak ne dikare pêşeroja xwe û ne jî paşeroja xwe qezenc bike û nexşe bike.

Lewra ku zanyar û dîronasê Germen Gothe dibêje; " ew kesên dîroka xwe ya 3-hezar salan nezane,ew kesana bê binyatin û tenê rojane dijînê". Girêdayî vê gotinê wekî em mînakekî

bidin,3-roj berîya naha-

Şarederîya HDP'ê ya bajarê Îdirê, di roja salvegera şehadeta Şêx Seîd 'da(29/30 - 6-2019) da Konser û Festîvala Zerdelan lê darxistîye.Bê guman çalakîyê vî rengî,ên çandinî û berhemkarî ne tiştekî xerabin,bo civakê gelek xalên xwe ên qenc hene. Lê belê di roja şehadeta şix Seîd û 49 cangorîyên hevalê wî'da ev festîval bi serê xwe sosret û skandalek mezine.Heman demê'da civaknasî û dîroka Kurdan'ra îxanete û bê hurmetîyek pir girane.Dîrok tiştên waha bê kerametî napejirîne û rewa jî nîne.Mirovekî dervayî rêxistinê, di van rojên Şînan ên netewî'da bi serê xwe,daweta

kurê xwe,keça xwe bike û govend û dîlan bigre cidaye,lê rêber û rêxistin ser navê gel dest xeta xwe bavêje bin vê sosretê ew jî tiştekî cidaye.

Medarê şerm û fedîkirinêye.

Di nav rêxistinan'da ew kesên plan û bernama van çalakîyan amade dikin û dardixin, pêwîste him dîroka vî gelî baş zanibin û him jî, bername û çalakîyên xwe,gorî heqîqeta civaknasî û dîroka gelê Kurd,li ser esasê rêzgirtina nirxên manewî û netewî tevbigerin.

Gorî min, berpirsyarên vê şaşîtîyê divê demildest rexnedana xwe bidin gel û civakê...

Dîgel slav rêzan.




Paylaş: Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Yazarın diğer yazıları
Henüz yorum bulunmamaktadır. İlk yorumu siz yapabilirsiniz.

Ad, Soyad *
E-Mail *
Kalan karekter sayısı:
Yorum *
Güvenlik kodunu giriniz:
captcha
*
(* Doldurulması zorunlu alanlar)

Köşe Yazıları
Facebook
Paylaş
Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Fotoğraf Galerisi
Twitter
Üye İşlemleri
Kullanıcı adı
Şifre
Biz Sizi Arayalım
Ad, Soyad:
Telefon:
Tavsiye Et
Ad, Soyad:
Gönderen:
Alıcı:
E-Mail Bülteni
Ad, Soyad:
E-Mail:
    
Iğdır Resmi Siteler
Gazeteler

Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.

İçerik Rss - Haberler Rss

Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi