Ev Erdheja Dile - Mehmet AVCI
Ev Erdheja Dile
Yazar: Mehmet AVCI | Tarih: 04 / 10 / 2019 | Yazı Okunma: 618
Çewa dest pêkir ev evîna bê dawî
Ku'da ajeroda evîna me ya çîyan ?
Ez nizanim ew kîjan awirên sojerbûn,
Cerg û hinav li min sotin,ez ajotim li pey te ?
Ez nizanim kîjan bahozên bê emanbûn,
Ez avîtim nîv kevîyên çîya-banîyên te ?
Ez dixwezim bigrim,hemêzkim wê lehzê,
Ez dixwezim bicemidînim wê çarxaneya
bextewarîyê
nîv kêlîyên zeman'de.
Dihêzirim û dizivirînim fîlmên bîranînan
di mêjuyê xwe'de
Na ez nezanim,ez kengê bûme evîndarê te
Bi balkêşî û baldarî ez dixwînim,
Na ez nabînim wê demê,
Belam nayî xuyanê,di kîjan çarxanê'da
hatîye kişandinê ew dem û dîmena.
Sed xwezî û xemgînî li pey hev rêzbûne,
Na ez nezanim ez kengê bûme kuştîyê wan
herdo çavên te.
Erdheja dile îro,
Û dil dikeve reqs û zelzelê,
Sed bihar kulîlk vedidin di gîyanê melê
Gîyan bi per û basik dibe
Hest dikelin wek germavê
Stêrk li ezmanan direqisin
Teyr û balende basik dehejînin
di bê dawîtîya ezmanan'da
Derya pêl dide bi leyîstina masîyan
Û xewnên min ê şevan pêk têhînê
Gava Roj bi tîrojên zer dorpêç dike çîya
Dema evîn bi ar û awirên xwe tînê dide min Dema çîya bahozên xwe've min hemêz dikin !!!
Tu dizanî çewa dest pêkir erdheja dil,
Çewa dest pêkir evîn û serpêhatîya min
û çîyan;
Di xewn û xeyalên xwe'da ez bibûm
evîndarê rind-kharxezalekî.
Ez bibûm nêçîrvan,min dabû pey wê rindê,
Wê dîlbera ji reng û bengê çîya yên rûspî.
Ew bibû çîya di xewn û xeyalên min'da
Çîya jî, bibûn evîn û dîlbera min a winda,
Ha ji wê xewnê virda ,
ev eşq û sewda
Mînanî şîfreyekîye di mêjîyê min'da ,
Lewra ev dil û mêjî, ji çîyan û çîyageran
nabîtin cida !!!
Ez nezanim
Çewa dest pêkir evîna Melê
Belku hê ji " Qal û belê "
Ne dîyare dîroka evîna min
Tê bîra min-nayê bîra min ez destgirtîme
bi çîyayên serhildê're.
Ez gul perestim, bi teqîna kulîlkên îsyanê're.
Ewrên reş û spî li ber serê min digerin
Di vê dîlanê'de çîya dibin xwendî û birezava
Stêrkên şevê leşkerê hêvîyên min e
Xewn û xeyalên min bi çîyan're markirî ne
Çîya nobedarin,ezim giriftar
Lê evîn hejar û bendewar .
Min kî carê dîlber xeyalkir,
Yan jî kî carê min bû mêhvanê xewnên
şevan
Dê wekî sêhra Samîrî li ber çavên min revî.
Yan berda revîya hemêza çîya
Yanjî ew xwe bû çîyayê hêvîya
Û
Çîya bû sembol û penahê cengawerên
azadîya !..
Ma tu zanî çîye evîna min û çîya ?
Min dît Çîya mezine ez piçûk
Lutke her dem spîye berfa pûk
Azadî min're bûye rêy û silûk
Ez bûme zava,çîya xobyare bûk
Min dil davêje wek kevok û çûk
Çîya xweş ware bo daraş û baz û lok !!!.
Çîyayê me rûspîye
Dilovan û mîhrîbane ji bo me hemîya
Nobedar û parêzvane ji bo evîna
Çîya dildarek dilsoze herdem li ser pîya
Me nadin şermê hemberî xêr ne xweza
Ha eve çîrok-serpêhatîya evîna min û çîya
Ta ji Kardox û Lor û Mîttan û Medîya
Ez cengawerek bê navim li ser van şop û
şiverîya,
Romana evîna min û çîya berdewame hê neqedîya !.
Sosyal Medya Bizi Nereye Götürüyor? | |
Murat AKKUŞ |
HAMAS Mı FKÖ Mü? | |
Av. Haydar MIZRAK |
Diktatör Olmak İsteyen Birine Altın Öğütler | |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Dağlarına Bahar Gelir Mi Memleketimin? | |
Ayhan ONGUN |
Evîn Hewcedarîye | |
Mehmet AVCI |
Yerel yönetimlerde kültürel çalışmalara sosyolojik bir bakış | |
Prof. Dr. Ahmet ÖZER |
Kadınlar da Erkekler Kadar Zordur... | |
Fakir YILMAZ |
Göz Yetmez Yüreğinle Gör Beni | |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
Maxmur’da Ölmek Zamanı | |
Av. Mahmut ALINAK |
Iğdır'da Dilenci Kirliliği | |
Fatma Çetin KABADAYI |
Hrant Dink Cinayeti Ne Zaman İşlendi? | |
Hasan ÇATAK |
Topçu Bebel Garcia nın Franko Faşizmini Mundar Ettiği Eylem | |
Daşkacı EWDO |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
Gazete Duvar
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi