İlçe Tarım Müdürü Salih Akkuş'tan Örnek Davranış Ağrı’nın Doğubayazıt ilçesinde İlçe Tarım Müdürü olarak gö...           • HDP'li Vekil Habip Eksik: AKP Çalmak İçin Kayyım Atıyor Halfeli Belde Belediyesi'ne kayyım atanarak eşbaşkanı Hasan Safa’nın tutuklanmasına tepki g&...           • Bahar Aylarında Çok Çeşitli Beslen Bağışıklığını Güçlendir Sağlıklı ve dayanıklı bir metabolizma için öncelikle her gruptan doğal besinleri t&uum...           • Ağaçları Budayan Belediye, Kendi serasından 70. Bin Çiçek Ekimi Yaptı Park Bahçeler Müdürlüğü Bahar Aylarının Gelmesi İle Birlikte Çal...           • Taddef Genel Başkan Yardımcısı Ünsal: Ermeniler Soykırımcı Bir Millet Türkiye Azerbaycan Dostluk Dernekleri Federasyonu(Taddef) genel başkan yardımcısı ve basın s&...           • Tekstil Sektöründen Anadolu’ya “Corona Virüs” Göçü Olacak Asgari Ücretle Geçinen Tekstil Çalışanı Desteklenmeli. Tekstilin önde gel...           • Iğdır Belediyesinden Larvasit Mücadelesi Iğdır Belediyesi tarafından İl etrafında bulunan kanallarda sinek yumurtasına (Larvasit) karşı m&u...           • İl Emniyet Müdürü: Hava Güzel… Hayat Daha Güzel… Evde Kal Iğdır… Değerli Iğdırlı Hemşerilerimiz, Korona virüs hastalığı 2019 (KOVİD 19) insanları etkileyen ş...           • Yerine Kayyım Atanan Halfeli Belediye Başkanı Hasan Safa Tutuklandı Halfeli Belde Belediye Başkanı Hasan Safa Tutuklandı İçişleri Bakanlığı tarafından 23 Mart...           • SARS ve Koronavirüsü Durduran Profesör:Türkiye 3 Hafta Evden Çıkmasın Çin’de daha önce SARS, kuş gribi, domuz gibi salgınlarında mücadele eden ve...           
Site İçi Arama
Haber Arşiv
     
İstatistikler
Toplam: 1574525
Aktif: 34
Bugün: 742
Dün: 2077
Son Videolar

Iğdır Tanıtım Videosu
358 İzlenme, 0 Yorum

Dengbej Zahiro İdîr'e Dibeje
216 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Şahmeran Efsanesi
384 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Ejder Kervansarayı
341 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Tanıtım Görüntüleri
298 İzlenme, 0 Yorum

Em.Md. Yüksel Babal Unutulmaz
312 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır Tanıtım Filmi
301 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'dan Defile Görüntüleri
345 İzlenme, 0 Yorum

Aşık Hizani Iğdır Eşliğinde
306 İzlenme, 0 Yorum

Çille Neçe
322 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da Nevroz
288 İzlenme, 0 Yorum

Dengbej Sesi Eşliğinde Iğdır
283 İzlenme, 0 Yorum

Bî Kurdi İdîr
312 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır kMM'den Görüntüler
304 İzlenme, 0 Yorum

Ahura Mazda Iğdır'da
312 İzlenme, 0 Yorum
Iğdır Nöbetçi Eczaneler

Kurdî Axaftin Û Kurdî Nivîsandin Berxwedane ! - Mehmet AVCI

Kurdî Axaftin Û Kurdî Nivîsandin Berxwedane !

Yazar: Mehmet AVCI |  Tarih: 22 / 02 / 2020 |  Yazı Okunma: 154


Dema mirov dîroka şaristanîyan û mirovahîyê mêzer dike,her şaristanîyek,her netewek ziman û lîteratoreka xwe ya orjînal heye.Bi wasita wî zimanî've jî çand,huner, wêje,kultur û kelepora xwe pêş xistine û dewlemend kirine.Tabîî ku çiqasî çand û huner û berhemkarî pêşkeve,ewqasî jî ziman dikemile û pêş dikeve.Lewra ku ziman,navbera însan û civakan'de wasita sereke ya dîyalok û dan û standın û têkilîyane.Civak û mirovên zimanê wan pêşkeve, heman demê'da di warê zanistî, ramyarî,hestyarî,çandinî,afrînêrî û mêjûyî'da jî pêş dikevin.Ango pêşketina zimanê civakî û netewî, him pêşketina mêjûî- manewî bi xwe're tîhîne û him jî pêşketina maddî bi xwe're tîhîne.

Netew û dewletên desthilatdar(Tirk û Ereb û Farisên teres) ji bo tunnekirina zimanê Kurdî û asîmlekina gelê Kurd, hemû cureyên astengî, zulm û zextê dîgel qedexekirina zimanê kal-bavên me bikaranîne û hêna jî bi kartîhînin.Di vî warî'de ji qedexekirina navê zarokan yê Kurdî bigre heya guhertina navê gund û bajaran,çîya û erdnîgarîya Kurdistanê tev evezkirine bal zimanê dagirkeran.

" Di dinyayê'de terorîzma herî mezin,birrîna hevbendîya mirovekî ji zimanê dayîka wîya zulma herî mezine".(Amîn Malov)

Lewra ziman jî wekî rihberek zindîye,çiqasî bête amelkirin û bikaranînê ewqasî zînde w xurt dibe.Yanî di nîv herka jîyanê'de ziman,him bandorê li ser hest û hêzrên însanan dike û him jî ziman bi xwe jî, ji şert û mercên jîyanê ên madî bin bandor dibe.Lê wextê di jîyana rojane'de bi rengekî aktîf ziman neyê axaftin û bi karanînê,wê hingê di nîv herka zeman'de ziman, lewaz û xerab dibe, tête bîrkirin û windakirinê.Heya rojek tê, zimanê zikmakî ji binve holê radibe û tunne dibe...

Çunku mînanî her tiştî qanûn taybetmendîyên ziman jî hene,dema ku mirov ziman bikarnehîne di nava demê'de ziman jar dibe û li holê radibe.Wekî em mînakekî bidin; murovekî herdem kar û xebatên fîzîkî bike,yan jî her roj werzêşê bike,bê guman mil û basikên wî,zend û bendê wî,dest û pêyên wî pir xurt û hêzdar dibin.Lê mirovekî hîç nexebite û werzêşê jî neke azayê bedena wî hemû sist û pist ji hevda dikevin.

Îro li Bakûrê welat rewşa Kurdî: em dikarin bêjin Ji % 40 Kurd bi Kurdî diaxifin,yên dîtir bi, zimanê Türkî diaxifin.Dîsa em dikarin bêjin Bakurê welat Kurdên li gundan dijîn ji %80 Kürdî dipeyîvin,lê yên bajarî, ji % 65/70 Türkî dipeyîvin.

Gorî hin lêkolîn û çavdêrîyên min yê kûçe- kolanan, rewşa zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê rewşeke metirsîdar û xetere.Taybetî jî Kurdên li bajaran %30, yan jî %35 tenê li mala xwe bi Kurdî dipeyîvin.Girêdayî vê nivşên nûh zarok,giranî Türkî dipeyîvin.Ev rewşa kambax ji bo hemû Kurdî perweran warê metirsîdarî û nîgeranîyê ye.

Bê guman sîyaseta dewletên dagirker ya qedexekirina çand û zimanê Kurdî û sîyaseta asîmlekirina netewa Kurd, zext û bandorekî pir mezin li ser zimanê Kurdî avakirîye.Ev sîyaseta bişaftin û asîmlekirina Kurdan bi şêwazekî sîstematîk,bi lez û bez,berbe mirandin û tunnekirinê've hêna berdewame. Taybetî jî dewletên dagirker ku di zurûfê vî sedsala bihurî'de zext û astengîyên dane ser zimanê Kurdî,armanc tunnekirina zimanê kal-bavan e.Vî warî'de em dikarin bêjin zimanê Kurdî,zimanê cîhanê yê herî berxwedêre.Eger ku di şûna zimanê Kurdî'de,heya naha kî ziman dibûya bila bibaya,naha zûda helîyabû li holê rabibû,daketibû goristana zimana.Lê rexmî hinde zulm û zext û qedexe û astengîyên li ser zimanê Kurdî,hêna zimanê Kurdî parastina hebûna xwe ya cewherî berdewame.Bê guman vaya jî pir-gelek sedemên xwe yên dîrokî hene.Lê sedemê herî sereke siruştî,bedewî û dewlemendîya ziman û çanda Kurdîye ku, 12-hezar sale xîmê xwe ji lat û zinaran danîye nav jîyana Kurdan,reh û rîçal û koka xwe, mînanî dara sedr-çinarê berdaye nîv axa Mezopotamya yê.

Rexmî hemû dewlemendîya zinanê Kurdî,evro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zimanê kal-bavan di rewşeke xirab de ye û xeteriyeke pir mezin li ser hebûn û mana zimanê Kurdî çê bûye. Hemû Kurdperwer û çavdêrên siyasî û pisporên ziman, rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê wek rewşeke metirsîdar bi nav dikin .Ji xwe, ji bona ku mirov vê rewşa xerab û xeterîyên li ser zimanê Kurdî bibîne hîç ne hewceye ku mirov xwedan kehanet û kahînbe.Bes tenê mirov kerr û kor û lal nebe ew bese.Lewra her tişt dîyare û li pêş çavan e.

Gorî qenaetê min,di vî warîde ji sîyaseta asîmlasyonê bêhtir, ji zulm û zext û qanûn û qedexekirinên dijminan pirtir

siyaseta tevgera Kurdan û hemû partîyên Kurdan yên sîyasîyên Bakûrê Kurdistanê sucdar û gunehkarin.Girêdayî vê, mirov dikare bêje asîmlasîyona spî,asîmlasîyona xwezaî û dildarî pir gelekî ji ya xwînî û tevkujîyan dijwartir û zortire.Lewra hemû rêxistin û partîyên Kurdan di mijara ziman'de pir xemsar, bê sîyaset,bê bername,bê helwest û bê karene.Heta em dikarin bêjin beşek ji partî,rêxistin,rewşenbîr,rêber û sîyasetmedarên Kurdan bi jîyan û pratîka xwe've bûne perçeyekî çerxa aşê asîmlasîyonê,mêjîyê zarokên Kurdan dihêrin û dijminênan're xizmet dikin.Em dikarin bêjin di vê mijarê'de tevger û partîyên Kurdan yên Bakûr,dîsa qismek rewşenbîr,nivîskar û sîyasetmedarên Kurdan hêna di nîv xewa xefletê'de vî suç û gunehê netewî berdewam dikin.Çunku hêna bi zimanê dijmin û dagirkeran kar û barê xwe yê sîyasî,rêxistinî,wêjeyî û jîyanî dimeşînin.Hêna derbên giran li zimanê Kurdî didin û zimanê Kurdî nizêm û lewaz dikin.Hêna zimanê dijminan're xulamî û xizmet dikin û zimanê xelkê xurt û berze dikin.Divê gelê me hemberî van xêr nexwezan û bextreşan şîyar çalakbe!!!

Bê guman sîyaseta dewleta Tirk ya hemberî zimanê Kurdî,nebûna dersxane û dibistanên Kurdî, dîsa nebûna mafê perwerdebûna bi zimanê zikmakî,welhasil nebûna makezagunek demokratîk kendal û astengîyek pir mezine pêşîya ziman û zarokên me Kurdan.Lê belê astengîya herî gewre pêşberî zimanê Kurdî di warê manewî'de, evîndarîya hin rewşenbîr û sîyasetmedar û evîndarîya hin Kurdên aşiqê zimanê biyanîyan e.Van Kurdên bextreş, bi tu rengî naxwezin zimanê Kurdî bipeyîvin.Ma qeyî tu wê bibêjî gava Kurdî bipeyîvin destmêja wanê bişikê,yan jî wê cenabetbin !!! Yan jî tu wê bêjî, ma qeyî zimanê desthikatdarên xwe bipeyîvin wê xêlî û xelatan li bejna wandakin !!! Lê ji bona ku zanyar,serok,rêber û sîyasetmedarên me Kurdan bi zimanê xwe bixwînin-binivîsînin û sîyasetê bikin,ji bona ku em Kurd di malên xwe'de,di kûçe kolanên xwe'de bi zimanê xwe bixwînin û bipeyîvin hîç tu astengîyekî qanûnî tunne.Lewra serwerîya malbat û kûçe û kolanên me di destê medaye.Her çendî di kolan û bajarên Tirkîyê'de ji ber axaftina bi zimanê Kurdî,van salên dawîyê'de hin xûşk-birayên me hatin kuştinê jî,lê heman zexta li hemû kûçe-bajarên Kurdistanê ne pêkane.Dîsa ji bona ku em navê zarok û kargeh û berhemên xwe bi Kurdî lêbikin ( ji bilî îstisnayan ) hîç tu astengî tunne.Divê em di vî warî'de xwe û hevdo nexapînin.Heman demê'de pêwîste di vê meselê"de rêber û rêzan,rewşebîr û hozan,sîyasetmedar û serkirdeyên me Kurdan bibin mînakek erênî û serkêşîya vî karî bikin.Û taybetî jî pêwîste zimanê sîyasetê,zimanê, hilberîn û zimanê kolanan û zimanê nîv malê bi Kurdîbe...Eğer ku bi vî rengî,yan jî bi rê û rêbazên dîtir pêşî lê neyê girtinê, ne pêkane nivşê Kurdan yê nûh ji ber pêlên lehîya asîmlasîyonê ji bişaftin û tunnebûnê rizgarbe.Lewra zarok û nêvşên nûh %85/90 bi zimanê Kurdî naaxivin.Çunku zarok,êdî mîna berê bi newa û lorîk û lawêjin Kurdî've nahîne hejandin û mêjandinê.

Tevî ku li Bakurê Kurdistanê çendîn sazî û weşanxaneyên Kurdî hene, ku hewl didin bi çapkirina kovar û pirtûkên Kurdî, zimanê Kurdî pêş bixin, lê belê hewlên wan saziyan jî nekariye rê li ber helîna zimanê Kurdî û windabûna wê bigirin.Çunku fêrîbûna zimanê zikmakî,pêşîyê di zikê dayîkê'de dest pêdike û paşê jî dibibistana resen di nîv malbatê'de berdewam dike.

Wekî me anî ziman mesele ne tenê girêdayî wê ye ku zimanê Kurdî li kûçe û kolanan, li sûk û bazaran nayê bikaranînê.Yan jî li dibistan û sazîyan çima nayê bikaranînê? Elbet ev pirsgêrêkek cidîye. Lê belê pirsgirêka here sereke, rêjeyeke gelek kêm a dayik û bavan zarokên xwe di mal'de fêrî Kurdî dikin.Divê em dirust nêzîkî xwebin,heman pirsgirêk di mal û malbata min xwe'de jî heye.Ha ev xemsarî û îxaneta hanê, ya herî mezin e, em xwe-xwe zimanê xwe're xîyanetê dikin.Bi rengekî vekirî dibêjim eger ku ev rewş bi vî awayî berdewam be, dê piştî do yan sê nivşên dîtir, hejmara kesên Kurdîzan gelek kêmtir bibe û zimanê Kurdî dê ber bi neman û windabûnê've lezgînî biçe.Taybetî bel ku li Bakurê Kurdistanê'de di wata fîzîkî'de Kurd,mînanî dînozor-Mamût'an li holê ranebin,lê belê di hêla çandinî'de Kurdên mînanî Hîtît û Qibtîyan ji rûpelê dîrokê carkî rabin.Her çendî di van

salên dawî de, zimanê Kurdî di ware nivîsînê de pêşkevtineke berçav kiriye, hejmara hin xwandevan û nivîskarên Kurd li gor salên berê zêdetir bûne, lê belê metirsî heye ku ew yek tenê di tebeqeyeke sînordar (marjînal)de bimîne.Lewra pêşîyên me Kurdan dibêjin bi gulekî've bihar nayê.Bi xwendin û nivîsandina çend rewşenbîr û hozan û helbestvanan've zimanê Kurdî ji xeterîyan rizgar nabe.Eger ku vî rengî here,demên siberojê'de Kurdî axaftin û Kurdî nivîsandin ji dîyalektîka mîlîyonan derdikeve, wê bibe zimanê çengek akademîk û entelîjeansîya ku, ev jî felaket û aşûta herî metirsîdare !!!

Di van salên dawîyê"de piştî dîrok 2000'an eğer ku bi (10,000) hezaran Kurd,zimanê Kürdî fêrî bibin û binivîsînin,bi deh mîlîyonan jî asîmle dibin,hîç Kurdî nizanim.Ev rewşa bi serê xwe pirsgirêkek mezine.

1- Xulase bi kin û kurtasî em bêjin ziman,ji bo civak û netewekî nasnameye !

2-Ziman ji bo civak û netewekî nirxê herî pîroz,nirxê herî xwezaî û Xwedaîye ! Lewra ziman Ayeta Xwe'da ye !

3- Ziman,ji bo civak û netwekî xîm û stûn û sîwana netewbûnê ya herî stratejîk û serekeye,dewletbûn piştî ziman tê !

4- Ziman,ji bo civak û netewekî nirxê hevbeş yê xwezaî û dîrokîye!

5-Ziman ji bo civak û netewekî çeka xwe parastinê ya herî kewnar û moderne! Yanî dîsa em ancax bi zimanê Kurdî've dikarin parastina çand û zimanê Kurdî bikin !!!

6-Ziman ji bo civak netewekî, şeref û şan û namûs û keramet û rûmeta herî berz û bilinde !

7-Ziman ji bo civak û netewekî gencîneya çandê û sermîyanê manewî yê herî gewreye !

8-Ziman ji bo civak û netewekî zemq û şîrêza hevgirtin û yekîtîyê ye !

9-Herdem Civak û netewên li zimanê xwe,xwedî derkevin û zimanê xwe pêşbixin û biparêzin pişta wan nayê erdê !

10-Civak û netewên zimanê wan ji dest çûn,şeref û şan û namûs û rûmet û hemû pîrozîyên wan ji dest diçin û mehkumê windakirin û tunnebûnê ne !

11-Civak û netewek,gava zimanê wan binkeve û tunnebe,ew civak bi xwe jî bin dikeve û dibe noker û xulam û xizmetkarê xelkê bîyanî !

12-Ziman ji bona nefer,civak û netewekî ne mînanî kiras,yan jî mîna mûyê ser laşe.Mirov dikare kirasê ser bejna xwe biguhere û bavêje,yan jî mû-pirça ser laşê xwe teraşke.Lê ziman wekî çermê ser bedena mirovaye,gava mirov zindîyek postkir,yan jî çermê ser laşê wî gurand,êdî ew zindî dimre,ne pêkan ku ew bijî.

Di vê mijarê'de mirov dikare bi hezaran mînakên berveçav bihîne ziman ku ,sed hezaran nivîskar,sîyasetmedar,rewşenbîr,hunermend,şaîr,û fermandarên ku nijada xwe Kurdên ji Türk û Ereb û Ecem,ji Faris û Rusan're xizmet kirine û hêna jî dikin bîhîne ziman..

Eger ku mirov nexweze tunnebe, ferz û pêwîste li zimanê xwe yê zikmakî-zimanê kal û bava (berdêl çê dibe bilabe) divê xwedî derkeve.

Pêşrewê nemir Mîr Celadet Alî Bedirxan derbarê ziman'de waha dibêje; " Şerma mezin ewe,ku mirov zimanê xwe nizanibe.Kurdno malxerabno yan nebêjin em Kurdin,yan jî bı Kürdî bixwînin,binivîsînin û biaxivin."

Di vî warî"de em dibêjin Kurdî axaftin,Kurdî xwendin û Kurdî nivîsandin ji bo her Kurdê xwedan şeref û soreşker berxwedan û serîhildane !

Kurdî xwendin ,Kurdî nivîsandin û Kurdî axaftin ji bo hemû Kurdên oldar û xwedan bahwerî jî zikr û îbadetê herî pîroze !!!

Bi minasebeta. 21'ê Reşemîyê Roja zimanê dayîkê ya Cîhanê,ez vê gotara xwe dîgel slav û hez û rêzên xwe ji dil-can pêşkêşî hemû heval-hogirên Kurdî perwer dikim Û dixwezim hemû heval-hogirên min ji bo xizmeta zimanê şîrînî w pîroz tiştan binivîsîn û parvebikin.

ÎRO NAVÊ BERXWEDANÊ,KURDÎ HÊZİRANDİN Û KURDÎ AXAFTİN Û KURDÎ NİVÎSANDİN Û KURDÎ JÎYANKİRİNE !!!




Paylaş: Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Yazarın diğer yazıları
Henüz yorum bulunmamaktadır. İlk yorumu siz yapabilirsiniz.

Ad, Soyad *
E-Mail *
Kalan karekter sayısı:
Yorum *
Güvenlik kodunu giriniz:
captcha
*
(* Doldurulması zorunlu alanlar)

Köşe Yazıları
Facebook
Twitter
Paylaş
Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Fotoğraf Galerisi
Iğdır Resmi Siteler
Gazeteler

Sitemizdeki yazı, resim ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.

İçerik Rss - Haberler Rss

Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi