Felsefe Ya "Her Bijî Padîşahê Min" û "Birtîya Gelan" - Mehmet AVCI
Felsefe Ya "Her Bijî Padîşahê Min" û "Birtîya Gelan"
Yazar: Mehmet AVCI | Tarih: 25 / 03 / 2020 | Yazı Okunma: 455
Ez dixwezim bi we're kurte çîrokekî hevparve bikim.Gorî hin çavkanîyên dîrokî, di sedsala 14.'de padîşahê Osmanîyan ê bi navû deng Fatîh Sultan Mehmet,piştî ku Kostantînpolîsê(Îstanbolê) feth û dagir dike,agahî digre ku mirovekî Rum 2-heb kurê xwe yên pir bedew û bala hene.Hêna temenê zarokan 14-15 salî ye. Sultan Fatîh Mehmed,çav bera wan herdo kurkên cewan-bedew dide,çunku Fatîh Sultan Mehmet jî mînanî pûtê mezin homoseksuel buye.
Sultan Fatîh Mehmed,ji bona herdo kurikên Rum ji xwe're bide anînê û bi wan're bikeve nîv têkilîyên cinsî,leşker û emirberê xwe dişîne ber derê hemwelatîyê Rûm û qasidin Fatîh Mehmed daxwaza herdo lawêkên Rum ji bavê wan dikin.Zeptîye dibêjine bavê zarokan; fermana Sultan heye,tu wê herdo lawên xwe bidî me û emê wana bibin huzura padîşah.Hemwelatîyê Rum,hîç tu derfeteke wî ya ku îhtiraz bike û hemberî fermana padîşahê Osmanî derkeve nîne.Lê belê hemwelatîyê Rûm,heya wê rojê nizane Sultanê Osmanî homoseksuele.Nizane ku Fatîh Mehmed,ji bona fantazîyên xwe yên cinsî û tecawizkirinê daxwaza zarokan dike.Bavê zaroka yê belengaz hew dizane ku padîşahê herdo zarokên wî îxdam bike û ji bona kuştinê bangî zarokan dike.Ha ji ber vê nîgeranî û xemgînîya xwe, hemwelatîyê Rûm, ji bona herdo zarokên xwe biparêze di pişt derî'de şîret û nesîhetan li herdo zarokên xwe dike û dibêje;
Lawo bo xatirê Xwedabe,dema hûn çûne huzura padîşah, Padîşah ji we çê bipirse,
Psdîşah ji we're çê bibêje,
Padîşah bi we çê bike,bes tenê hûnê bêjin {Padîşahim çox yaşa} ji bilî vê diruşmê hun tu tiştî nebî ku bibêjin.Zînhar tiştekî nepeyîvin.Bi vê şîretê û bi vî rengî mirovê Rûm herdo zarokên xwe şîret dike û diruşma { Padîşahim çox yaşa} bi herdo zarokên xwe dide ezberkirinê.Ji xwe herdo zarok, ji bilî vê hevokê dîtir kelîmekî Türkî nizanın.
Ha bi vî rengî leşker û zeptîyên Osmanî, herdo zarokên Rûm dibin radestî Fatîh Mehmed dikin.Gorî rîwayetan, dema Fatîh Mehmed bi zarokan're hemhal dibe û hindî tecawizî zarokan dike, zarok jî ber jan-êşan diqîrin-dibêjin, Padîşahim çox yaşa,
Padîşahim çox yaşa,
Padîşahim çox yaşa !!!
Li zarokan watrê,bêjin "Padîşahim çox yaşa", wê ji nîv pencê Sultan,ji teror û tecawizê rizgarbin.Hal ew hale bêhtirîn kap li histûyê xwe dişidînin.
Sed heyf û mixabin ev çend sale tevgera Kurdan a sîyasî û taybetî jî sîyaseta HDP'ê heman wekî sîyaseta Rûman ya serdema 1453 ye.Di navbera sîyaset û hişmendîya HDP'ê û Rûmê Stembolê'de hîç tu ferqê ez nabînim.Hindî dewleta AKP'ê zulm û zorbetîyê dike HDP'e dîsgotina;
Bijî biratîya gelan dibêje û dibare dike,
Hindî AKP teror û tecawizê dike,HDP dibêje;
Bijî biratîya gelan,
Hindî AKP şarederîyên Kurdan qesb dike-qayîm davêje ser,HDP dibêje;
Bijî biratîya gelan.
De here lo,ez tifî vê biratîya gelan dikim.
Em vê biratîya sexte naxwezin,em ne hewcene.Ma hîç berteka CHP'ê nîne,deng ji tu kesî nayê.
Di serî'de bajarê Amedê yê mezin bigre,heyanî Wan û Êlih û Mêrdîn û hemû navçeyan tev qayîm avîtin ser talankirin.Yanî hîç tu dad û adalet nemaye.Her çî dada heyî jî ,pêkve huquqa dijminatîyê ye,ji bilî neyartîyê tiştek nîne.Ev buyerên dibin û diqewimin di qanûnên mêhtingerîyê'de jî tunîne.Yanî qanûn û makezagunên 12 Êlûnê,yên cunta faşîst jî bo Kurdan nahîn rewakirin û bikaranînê.Yanî em dikarin bêjin zagun û huquqa mêhtingerîyê jî bo Kurdan wekî luksê tête dîtinê.Heta em dikarin bêjin di alema mar û mûr,dirinde û dupişkan'da jî hovîtîyeka waha tunne...
Hawar,ya Star!!!
Pekî hemberî vê teror û tecawiza hanê,
Hemberî vê qesbkirina vîna gelê Kurd,
Hemberî sixif lêkirin û piçûkxistina gelê Kurd,
Hemberî hinde bê dadî û bê rûmetîyê, êdî parlemanên HDP'ê, di parlemetoya Tirkîyê'de benda çê rûnistine ?
Dîsa dewleta AKP'ê,ji hemû mehkuman're,ji dizan û kujer u tecawizkaran're afûyê derdixe,lê dîlên sîyasî yên Kurd ,yên ku ji bilî pênûsa wan hîç tu çekan wan nîne,di zîndanan'da benda mirinê dihêle.Ka eger, parlemanên HDP'ê naha jî bertek xwe nîşan nedin, wê kengê helwest nîşan bidin???
Ma eger ku ji bona gelbe,ji xwe rejîma AKP'ê vîna gelê Kurd pêymal dike,bi tu rengî nasnake û hîç tu rûmetê jî nîşan nade !!!
Her waha bi dehan parleman û hevserokê partîyê bê suç û guneh di zîndanan'de dîl girtîne.Ma eger ku partîyek ji bo serokê xwe Selaheddîn Demirtaş, ji bo parlemanên xwe û ji bo hinde şaredarîyên gelê xwe dev ji parlementoyê ber nede,wê kingê û ji bo çê dest berde???
Ferz û pêwîste demildest hemû parlemanên HDP'ê, parlementoyê terk bikin û sîngê xwe bizivirînin milletê xwe.Bila ev leyîstika teatral jî di virda encam bide.Daku hemû dinya-alem bizanibe ku li vî welatî dad û demokrasî tunne,Ya heyî jî tenê ji bo zordest desthilatdaran e, hemû derew û îlîzyone.
Bir Kürt Destanı: NEWROZ | |
Murat AKKUŞ |
HAMAS Mı FKÖ Mü? | |
Av. Haydar MIZRAK |
Yerelden Çok Ülkenin Kader Seçimi | |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Siyasetin Finansmanını Kimler Sağlıyor? | |
Ayhan ONGUN |
Hoy Newroz | |
Mehmet AVCI |
Yerel yönetimlerde kültürel çalışmalara sosyolojik bir bakış | |
Prof. Dr. Ahmet ÖZER |
Kadınlar da Erkekler Kadar Zordur... | |
Fakir YILMAZ |
Göz Yetmez Yüreğinle Gör Beni | |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
Maxmur’da Ölmek Zamanı | |
Av. Mahmut ALINAK |
Iğdır'da Dilenci Kirliliği | |
Fatma Çetin KABADAYI |
Hrant Dink Cinayeti Ne Zaman İşlendi? | |
Hasan ÇATAK |
Topçu Bebel Garcia nın Franko Faşizmini Mundar Ettiği Eylem | |
Daşkacı EWDO |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
Gazete Duvar
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi