Helebçe - Mehmet AVCI
Helebçe
Yazar: Mehmet AVCI | Tarih: 16 / 03 / 2021 | Yazı Okunma: 853
Roja Çarşamê 16 Adarê 1988.
✓Helepçe,ger em te jî bîrkin,yan jî bidin bîrkirinê bila dilê me kevirbe !
✓Helepçe,roja reşe,birîna reşe ku hêna jî birînê kew negirtîye û xwîn jê diherike!
✓Helepçe, komkujîyek ji wan komkujîyên sedsala 21'mîne ku rejîma Seddam pêş çavên hemû cîhanê 8-hezar gelê Kurd bi çekên kîmyawî qetilkirin!
✓Bi sed hezaran Jin û zarok,khal û pîr,mirovên sivîl bê guneh di van rojên dijwar û sar'de çîya-banîyan ketin bûne hejar û penaber!
✓Helepçe yek bajarekî Kurdên muselmanane ku,Erebên muselmanan bi Ayet û Enfalan jenosîdkirin.Lê yek dewleteke muselman deng nekir û bertek jî nîşan nedan bûne şerîkê komkujîyê !
✓Helepçe,birînek ji birînên Kurdan ên kûr û nûye.Lê tenîya (leka) reşa nîv ruyê hemû dewletên muselman û cîhanêye!
✓Heman demê'de ji 52-dewletên muselmanan hinka bi alîkarîya lojîstîk raste-rast destek dane Seddam,hinka jî bi temaşekirin û bê deng mayînê've jenosîda li ser gelê Kurd erê kirin !
✓Dema mirov dîroka Kurd û Kurdistanê dinihêre,Agirî,Dêrsim,Zîlan,Koçgirî,Amed,Bîngol,herî dawîyê Şengal bi sedan komkujî û jenosîd ser Kurdan qewimîne.Komkujîyên serdema Makedonîyan,Romîyan,İslamîyan,Abbasîyan,Selefîyan,Fatimîyan,Memlukîyan,Selçuqîyan,Persîyan, Moxilan û Osmanîyan eger em hemûyan bidin rêzê, ji salê her yek rojê're deh qetlîam dikeve.Yanî em dikarin bêjin ji 365 rojên salê tenê yek rojeka ku tê'de komkujî û jenosîd li ser gelê me pêknehatibe tunîne.
✓Divê rêber û Sergerdeyên Kurdan yan jî bo her perçeyekî Kurdistanê rojeke taybet beyankin,yan jî bona 5 perçeyên Kurdistanê tevayî tenê yek rijeka hevbeş ya netewî bo şîna netewî ya gelê Kurd ayan bikin!
✓Ev komkujî û jenosîd, him di warê fîzîkî'de hım jî di warê sîyasî,çandinî û kulturî'de hênajî berdewamin.Rexmî hinde zulm û jenosîdan di warê fîzîkî û manewî'de Kurd hêna jî hene, berxwedar û serpîyane.Lê kumkjîya herî dijwar û mezin jenosîda di nîv mêjî û ramandaye.Ku hêna jî di vê mijarê'de bi gorî standartên netewên pêşketî em Kurd nebûne xwedanê mêju,rist û helwestekî netewîy !
✓Divê rojên waha reş'da (Rojên komkujîyan'de)me bi gir û hêrsa xwe'va dinya bihejanda.Ger ew jî ji destê me nehataba,wê hingê me bi rondikên çavên xwe've dinya bifetisanda !
✓Hindî wisa komkujîy li ser me Kurdan qewimîne,zhafê ji me êdî wisa jenosîdan banekbûne wekî kiryarekî asayî li rêzê pêşwazî dikin.Halewhale divê ji bona her komkujîyekî em deh qîyameta rabikin !
✓Wekî ez mînakekî bidim; heman demê'de ez vê fikra xwe wekî pêşnîyarekî tihînim zaman.Ferz û pêwîste di van rojên a'yan'de(rojên komkujîyan)de hîç tu Kurd şahî û dîlanan pêknehîne!
✓Divê kesek çalakîyên mîna Festîval,sunnetî û pîrozbahîyan pêknehîne !
✓Yên ku jî manewîyeta van rojan're ji cangorîyên welat're bê hurmetîyê bike,divê tu kes tevî şahî û çalakîyên wan nebe û bertek nîşan bide!
✓Divê her kes di van rojan'de gorî kewneşopî û toreyên Kurdî tenê cil-bergên reş bipoşe û xwekirina kincên rengîn wekî bê rumetîyê bête pejirandinê!
✓Ferze her kes,taybetî jî jina Kurd,(çunku ew nuner û afrînêrê çanda gelêrîye) divê van rojên taybet'de cil-bergên reş bipoşin.!
✓Çewaku di bîrdozîya Cihudan'de roja Şebatê (yek şem) û di îdeolojîya Şîîyan'de jî roja Aşurayê kar û xebat gunehe, heman rengî pêwîste di roja Komkujîyan (Roja şînê ya netewî)de jî kar û xebat bête qedexekirinê.Û di van rojên reş'de divê gorî demê çalkîy û kiryarên bêhtirîn cuda bihîne pêkanînê.
✓Ya herî grîng,divê hemû Serok rêberên Kurdan dakû cardî jenosîd sadir nebin,ji bona pêşîyê li Komkujîyan bigrin pêwîste rojek pêş'da YEKÎTÎYÊ çêbikin !!!
Henüz yorum bulunmamaktadır. İlk yorumu siz yapabilirsiniz.