Eğitim-Bir-Sen ve STK’lardan Mobbing Tepkisi
CHP Kadın Kollarından Okullara Ücretsiz Öğün çağrısı!
Iğdır'da Süslü Kadınlar Bisiklet Turu: Süslüyüz, Özgürüz, Bisikletliyiz
İl Başkanı Ayaz: 'Iğdır Belediyesini Örgüte Teslim Etmeyeceğiz'
Bu Görüntüleri İlk Kez Göreceksiniz: Ağrı Dağı Iğdır Rotası
Tarım ve Orman Bakanı İbrahim Yumaklı ilimizi ziyaret etti
Ekrem Baydar'dan yaşanmış Iğdır fıkraları
Iğdır’dan Kürtçe Öğretmenleri İçin Çağrı: 200 Ek Atama Yapılsın
Berxwedana Jina Kurd û Şoreşa Demokratîk - Mehmet AVCI
Berxwedana Jina Kurd û Şoreşa Demokratîk
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 22 / 09 / 2022 |
Yazı Okunma: 218
Mehsa EMİNÎ û Şoreşa Demokratîk;
Ew pergala ku ji porê jinekî bitirse ,yan jî eger ku porê jinekî bibe sedemê hinde erîş û terora dewletê meger wê dewletê zûde windakirîye.
Îro li deh'an bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi druşmeya ku "mirin ber cumhurî îslamî", "yan mirin yan azadî" li pir gelek deveran gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pey şopa şehîd Jîna Mehsa EMİNÎ bo azadîya jinê û Kurdistanê li qadan serî hidane.Keç û jinên Kurd bi çalakîyên demokratk ên curbecur (di serî'de daxistina darebeyên dikanan,dansa dor agir,qusandina porê xwe û şewitandina laçikan've) rejîma ceberrut şermezar û lanet dikin.Mixabin rejîma Molla ya hov, di şûna ku bersîv bide daxwazên gel ên demokratîk û însanî,bi hemû hêza dewlete've erîş dike ser çalakvanên sivîl gullebaran dike û mirovên masum dikuje.
✓ŞEHÎD MEHSA EMİNÎ Û PAYÎZA
KURDİSTANÊ
Wekî tê zanînê 10 sal berîya naha li bajarê Yemen a Tonusê,piştî polisên dewletê bi darê zorê dest dane ser seyara cewanekî Ereb ê sebzefiroş,wî şagirtê zanîngehê hemberî terora dewletê bi armanca protestokirinê çalakîya xwe Kujtinê pêkanî û bedena xwe dabû ber agir xwe şewitandibû.Ha piştî vê çalakîya trajîk ya protestokirinê a cewanê Ereb, li seranserê erdnîgarîya Ereb'an li Tonusê bigre heya Misr û Behreyn û Surîyê wijdana gel'an rabû serpîyan û "Bihara Ereban" jî vî rengî destpêkiribû. Her çendî zeman û zemîn,sedem û encam,şert û merc, û dîsa lehengên serîhildanê û qehremanê raperîna civakî ji hev cidabin jî, lê belê armanca xwe yeke. Ew jî, daxwaza gel ya azadîyê û aşîtîyê, lêgerîna demokrasîyê û wekhevîyê ye, daxwaza dad û adaletê ye, daxwaza rawestandina zulm û zextên bê sînore ku di hemû qadên jîyanê'de li ser hemû beşên civakê tête mesandinê.Taybetî jî armanca raperîna gel, rawestandina teror û tecawizê ya li ser jinê û bê guman pêkve daxwaza jîyanek aram û daxwaza nan û huquq,debar û mafên bingehîne .
Wekî tê zanînê her çendî polisên dewleta Mollê Îranê ya teokratîk a paşverû bi hinceta ku porê keça Kurd ,gorî hîcaba îslama şîîyan nehatîye poşîn(pêçanê) bi vê hincetê qetilkirin.Lê ya rast û armanca Mollê Îranê ne tenê hîcab û porê jinê ye.Por û hîcab ji bona Molla tenê bafik-bahaneye.Armanc di şexsê Mehsa EMİNÎ'de civakê biçewisînin û gefan li gel bixwun. Lewra nîvê jinên Molla û jinên îranê bi xwe jî mirov dikare bêje serqot û pêxasin.Ku Molle bi xwe jî bi kiryara pergala "Mara muta"yê eşkera deyusîyê dikin.Herkes baş dizane ku sîstema Mollê Îranê di warê fermî'de rojane,mehane bi rêbaza"Mara Muta"yê jinan dikirin û difiroşin. Gelo mirovên deyus û bê namus û bê exlaq hîç pêkane û dikarin parazvanîya exlaq bikin û yan jî edeb û exlaqê bedew fêrî civakê bikin?
Erîş û terora dewleta Mollê Îranê û taybetî jî îskence û hovîtîya dijberî Mehsa EMİNÎ,ne tenê ji bo hîcab nekirina porê wêye.
Di şexsê Mehsa EMİNÎ 'de esil hedef JİNA KURD ya hemdemî ya azade. Hedef hişmendî, felsefe û rihê jina Kurd,rihê welatperwerîyê,rihê Vîyan Peyman'an,Şirîn Elemihoîyan e.Hemû erîş û terora Cumhurî Îslamî dijberî jina Kurd e , dijberî gelê Kurd e, dijberî gelê Azerî û gelê Belucî û dijberî hemû gelê Îranî yên azadîxwaz ên pêşverûye.
Gelo çima dewleta Mollê Îranê hinde hêrîşî ser jina Kurd, erîşî ser vîna wê ya azad,erîşî ser jîyana azad dike? Çunku pergala paşveru ya Molla, teqez ji Xweda natirse.Lê ji Xweda bêhtir jî gelê Kurd û jina Kurd ditirse.Jina Kurd û hemû jinên Îranî ji bilî zincîrên koledarîyê tiştekî îro windakin nîne.Lewra sîstema teokratîk a paşverû xîmê selteneta xwe li ser koletîya JİNÊ û li ser tunnekirina gel'an avakirîye.Mollê minafiqe jinfiroş baş dizanin ku, çewa jina Kurd li Şengal û Kobanê,li seranserê Surîyê û Îraqê çewa DAİŞ têkbir, taru-markirin û dawî li dewleta teror û tecawizê anîn û tunnekirin heman rengî wê zû-dereng rojekî dawîyê li textê Mollan jî bihînin.Sedemê vê ye ku hinde hêrîşî ser jina Kurd dikin.
Evro hemû dinya-alem dibîne ku çewa deh sal berê xortekî kedkar bû sembola "Bihara Ereban", îro jî keça Kurd Jîna Mehsa EMİNÎ,bûye egera serîhildana gelê Kurd yê Rojhilat û bûye nîşana şoresa demokratîk.Lewra pergala Molla hinde dijwarî bi hêza qanunî've erîşî ser jina Kurd û cewanên Kürdan dike.Ev êrîş,dijberî vîna jina Kurd û vîna asî ya serhildêre.Wekî di vîdeo û dîmenan'de jî tête dîtinê, şehîd Mehsa EMİNÎ serî natewîne û radestî polisên pergala paşverû nabe, berxwedanek bê hempa dide hemberî Polisan.Heman rengî mirov dikare bêje polîsên sîstema hov ji sexmera ku Mehsa EMİNÎ jinek Kurde welatparêz û azadîxwaze hê berêde ji bona xwe kirine armanc û hedef.Wer ne na ev buyer bi rengekî spontane derneketîye holê.
Heman rengî piştî şehadeta Mehsa EMİNÎ çalakîyên gelê Kurd jî ên protestokirinê jî tenê ji bo şermezarkirina Kujtina Mehsa EMİNÎ nîne.Heman demê'de ji bona hemû mafên xwe yê netewî,demokratîk,çandinî, ekonomîk û însanîye.
Piştî raperîna gelê Kurd li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê,li Tebriz û deverên cida gelê Azerî jî bi " diruşme ya;" Azerbaycan şîyare,bi Kurdistanê're piştgîre" mînaka hevkarîya gel'an a demokratîk û enternasyonal dan ayankirinê.Bê guman ev destek hêjayî slavkirinê ye,Em gelê Tebrizê ên pêşverû û demokrat're spasdarin. Lê ev ne bese, pêwiste ev çalakîyên demokratîk bêhtirîn berz û berfirehbin.Bê guman em baş dizanin ku welatên wek Azerbaycan û Kurdistanê ên kolonyal çarenus û rizgarîya wan bi hev're ye.Lê divê wek trajedîya Komara Mahabad û Azerbaycanê ya sala 1946'an nebe û gelê Kurd tenê nehêlin...
Hemen rengî divê li her çar perçên Kurdistanê jî bi meş û xwe pêşandanên demokratik've em destek û piştgîrîyê bidin xwuşk û birayên xwe ên Rojhilat ên wêrek û canfeda.
Eger ku hêzên global û emperyal di warê dîplomasî,sîyasî,aborî, bazirganî,leşkerî û psikolojîk'de ambargoya li ser Îranê bêhtirîn bişidînin û dorpêçkin, heman demê'de di her alî'de jî destekê bidin gelê Kurd û hêzên îranî ên demokratîk, wê hingê têkçûna Komara îslamê ya Îranê a ceberrut bêhtirîn wê nêzîkbe.Lê tenê peyamê şermezarkirin û protestokirinê've hîç tu tişt nayê guherandin û veguherandinê. Berovajî vê eger zextên li ser dewleta teror û zulmê girantir nebin pergala Molla wê bêhtirîn xurtbe û wê bêhtirîn xwîna bê guneh'an mînanî hercar birijîne ...Hîç guman nîne wê rewşenbîr û leheng û pêşrewên gel hemûyan yek bi yek daliqîne .
Gorî agahî û nûçeyên medya civakî, heya naha di çalakîyê protestokirinê'de 19 kesan canê xwe ji dest daye ,496 kes birîndarin û nêzî hezar kesî jî hatine girtinê.Eger ku sazîyên navnetewî û dîsa partî,sazîyên Kurdan bertek nîşan nedin, vê carê çalakîyên protestokirinê wê veguherin ayînên îxdam û daliqandinê.
17:05
Cantürk Alagöz Kıyımı Sürdürüyor: Ferhat Akkuş’u Aldılar | ![]() |
Murat AKKUŞ |
Yalanlar Üzerine Kurulu Iğdır Hikâyeleri | ![]() |
Av. Haydar MIZRAK |
Din ve Barış | ![]() |
Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. |
Yerel seçim öncesi aşılması gereken bazı bariyerler | ![]() |
Prof. Dr. Ahmet ÖZER |
Kurtaj cinayete | ![]() |
Mehmet AVCI |
Altın Koza'nın ardından | ![]() |
Ayhan ONGUN |
Topçu Bebel Garcia nın Franko Faşizmini Mundar Ettiği Eylem | ![]() |
Daşkacı EWDO |
Oyna Halkım Oyna! ...30 AĞUSTOS... | ![]() |
Ziya Yıldırım GÜNTEKİN |
“Seviyorum ülen!” | ![]() |
Fatma Çetin KABADAYI |
Ülkece Enkazın Altında Kaldık | ![]() |
Hasan ÇATAK |
Ortak Vatan ve Türkiyelileşmek Üzerine | ![]() |
Av.Mahmut ALINAK |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim Müdürlüğü
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır Ticaret ve Sanayi Odası
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
Gazete Duvar
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi