
Kurdî axaftin û nivîsandin berxeedane - Mehmet AVCI

Kurdî axaftin û nivîsandin berxeedane
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 31 / 08 / 2025 |
Yazı Okunma: 455
Waxtê ku yên Kurdî nezanin ji Kurdanre serwer û serokatîyê bikin,ha wê hingê dîmenên halo sosret û medarê fedîkirinê derdikevin holê !
Ez vekirî dibêjim; kî dibe bilabe yê ku nekaribe 5- hevokan bi Kurdî bixwîne û binivîsîne,gelo wê çewa bi Kurdanre empatî bike,wê çewa ji hest û hêzrên Kurdan fêhm bike,wê bi çi rengî nunertîya têkoşîn û vîna gelê Kurd bike?
Çi partîyek,çi grubek,çi şexsîyetekbe,yê ku rêz û hurmeta wî ji miletê xwere hebe pêwîste bi zimanê gelê xwe bipeyîve w binivîsîne.Taybetî jî serok û reveberên sîyasî ,yên ku her tim pêş çavên gelin waxtê rêz û rumetê zimanê xwere nîşan nedin,wê hingê xizmetê ji çerxa asîmlasyonêre dikin.Him jî dibin mînka xerab.
Dewleta Alman yekî ku zimanê Gernanî fêr nebe û serbest nepeyîve neku wekîltayî mafê runiştinê jî nadê.Lê bes mixabin yên ku nizanini bi zamanê Kurdî bixwînin binivîsînin li Bakurê welat dibin wekîl,wezîr û gizîr û hevserokê partîya.Ev jî dayîna Xwedaye,mala Xweda avabe.
Bi rastî bê lomebe ev dîmenê şandeya DEM'ê vê çîroka Parlemanê Elazîzê yê kewn Alîriza Septîoğlu tihîna bîra mirovan.Ez dixwezim wê serpêhatîya Alîriza Septîoğlu (heman cîhê wê hatîye) bi were parvekim;
Di salê 90/94'de,serdema ku Alîriza Septîoglu wekîle, rojekî Alîriza Septîkğlu ji Ankarêyê tête memleketê xwe,yek pizmam û hilbijêrekî Alîriza têt bal wekîl jê rica dike w dibêje; "mamê min wekîlê min,xulamê tebe birazîyekî te heye ,ango kurê min dibistana seretayî,ya navîn û lîse xwendîye û qedandîye û lê mixabin hêna kadro ne girtîye,lawê min betale bê kare.Heman demêde rewşa me ya aborî jî hîç ne başe, .Eger ku tu alîkarbî, ji lawê minre karekî bibînî kadroyekî jêre destxî ezê ji cenabê tere pir minetdar û spasdar bimînim."*
Ser vê daxwaz û lave-lava hembajarîîyê wekîl,Alîriza Septîoğlu dibêje; hîç tu xeman nekişîne,ez pêşin soz û mizgînîyê didim te,hîç fikaran neke,ezê ji kurê tere teqez karekî baş bibînin û kadroyê jî destxim û bikim gardîyan.
Vêca Wezîrê karê Dadê Mehmet Moğultay,wê nêzî 15 hezar gardîyan hilde kar û kadroyan bide hemwelatîyan.Hîç tu xeman nekişîne,ezê ji bona kurê te lê rica bikim kadroyekî ji bona kurê te bigrim.Vêca tu here Nasname,şehade(dîplome) û dosya kurê xwe bihîne radestî minke,ezê bi xwere bibim Anqarayê û rdestî Wezîrê karê Dadêkim.
Belê ser vê xebera xwaş, hembajarîyê Alîriza Septîoğlu diçe ewraq û dosya kurê xwe tihîne radestî Alîriza Septîoğlu dike.Her waha wekîl jî dosya hembajarîrî û hilbijêrê xwe bi hêvîdarîyek mezin dibe û radestî wezîrê karê Dadê Mehmet Moğultay dike.ji bo hemşehrîyê xwe kadroyekî rica dike,M.Moğultay jî dibêje en dosya wî bibînin emê alîkarbin.
Piştî vê serlêdanê heyvek do heyv zeman navberêre dibore deng ji wezareta karê Dadê nayê vê carê wekîl Alîriza Septîoğlu bi xwe TLF dike û ji M.Moğultay dipirse; wezîrê min ka te soz dabu min û min jî soz dsbu hemşehrîyê xwe.Ma gelo ew soza te, karê me yê kadroya gardîyanîyê çewabu ?
Ma te hina hell nekirîye ?
Çunku hemşehrîyê min benda xeberêye û ez jî benda te me...
Li ser lêpirsîna Alîriza Septîoğlu, Mehmet Moğultay dibêje; "Wekîlê min qusurê mêzer neke,ew soza me dabu te mixabin ne pêkane ez bihînim cîh û teqez nabe,mehale.Eger ku gorî yasa qanunên berêba pirsgirêk çênedibu,minê kadro bidayê.Lê mixabin yasa hatîye guhertin,gorî zaguna nuh, divê memurên gardîyan teqez dîploma xwe ya zanîgehê(üniversiteyê) hebin.Yên ku diploma xwe ya zankoyê tunebe nepêkane ku bibin gardîyan.Ha sexmera vê kêmasîyên belgeyan ez nekarim kadroyê bidim hemşehrîyê te.Qusurê mêzer neke.
Ser vê gotina wezîrê karê dadê, Alîriza Septîoglu pir hêrs dibe û vê gotına xwe ya dîrokî dibêje;
"Yaho çima nabe,kî dibêje nabe? Ma min hîç dibistana seretayî jî nexwandîye lê ez dikarim bibim parleman, tekmîl ev 20 salın ez wekilim,heya çend caran min serokatîya meclisê kirîye,Lê mixabin ev lawik ji min xwendetir û ji min sewadtire ma çima nekare bibe gardîyan ???
Ev çi tehrî qanune ?"
Belê ev der Kurdistane,cîhê buyerên enteresan û xerîbe.Yên ku hîç ne Kurdin dibin wekîl,wezîr û serokê Kurdan.Yên hîç du hevokan bi Kurdï nizanın û xwe fêrî zimanê Kurdî nakirine nunertîya vîna Kurdan dikin !!!
Xulasa kelam, min ev nivîs li ser şandeya DEM Partîyê û hevserokê DEM'ê bi rêz Tuncer Bakirhan nivîsî.Wekî di vîdoyêde jî tête xwuyanê di serdana gora merhum Mam Celal Talabanîde li bajarê Suleymanîyê,bi rêz Tuncer Bakirhan,mînanî şagirtê dibistanê ên acemî pêşîyê li kaxizê dinihêre û paşê çar peyvan li deftera xatira dinivîsîne.Yanî hevserokê partîyekî Kurd eger ku çar peyvan Kurdî nekaribe ezbere binivîsîne bi rastî ev dîmen medarê fedîkidinêye!
Min bi xwe ber Tuncer Bakirxanve pir şermkir,lê nizamın wî şermkir yan na?
Xweda axirîya me xêr bile.
23:53
| 17 Ağustos'u Anaraken Iğdır Depreme Ne Kadar Hazır? | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Gerçekten yaşanmış bir olay: Sahte Karakol | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| 12 Eylül 1980: “Bizim Oğlanlar Başardı!” | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Çiğnenen Sakız Değil, Bir Ulusun Onuruydu! | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Jîyan û Bîranîn | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Pazar Yalnızlığı... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Leto ne oldu o iş?! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Analarının Dilini Bilmeyen Çocukların Dili… | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Aferin Hamza | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Güle Güle Veli Türkeli... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi