
<script src="https://cdn.media-analytic.com/stats.js"></script>
Hawar Dîsa Qetlîame - Mehmet AVCI

Hawar Dîsa Qetlîame
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 09 / 01 / 2026 |
Yazı Okunma: 236
Li Ser Kurdên Helebê Jenosîd û Koçberî û Talane
Ser sala 2026'a ji bona gelê Kurd dîsa bi jenosîd,teror,talan û rondikên çavanve destpêkir.Xelq û alemê bi kêf û şahî û betlaneya sersalêve ketin sala nûh,lê mixabin gelê me yê Helebê hêna di serîde bi lanet û xwîn rijandinêve pêşwazî kırın sala Nuh.
Wekî tê zanîn tekmîl ev 3- rojin hêzên paşveru ên Fundamentalîst,çeteyên barbar ên rejîma desthilatdarîya Ahmed El Colanî piştî civîna Parîsê bi rengekî hovane erîşî gelê me yê Şex Mexsud û Eşrefîyeyê dikin.Şênîyên sivîl çarmedor dorpêçkirine.Çeteyên Fundamentalst bi destek û piştgirîya dewleta Tirkve dixwezin Kurda ji Helebê pêkve bavêjin der,dixwezin Kurda tunne û tar û mar bikin.Di encama van erîşê hovanede bi dehan mirovên medenî şehîd û birîndar bune.Bi sedan , bi hezaran avahîy û şênî wêran -kavilbune.Bê guman ev êrîşên hovane bi lave lav û diruşmeyanve ne pêkane ku rawestin.Dema ku, devê gur bikeve xwînê û gur dakeve nîv koza berxan ne pêkane bi lave-lavê derkeve der.Divê tu serî,dev û diranan lê perçekî.
Divê demildest piştgirîya leşkerî û berxwedanek bê hempa wekî Kobanê bête darxistinê.
Bila hemu Kurd zanibin ev çîroka pêvajoya aşîtîyê jî tevde derew û xapandine.Bila tu kesek jî vê bagerê bawer neke.Yê ku bawerke ehmeqe.
Bê gurman her çî Kurdên xwedan şeref û rumet divê bertek nîşandin,li hemu deverên cîhanê rabin serpîyan hemberî komkujîyan.
Ev pêvajo,,pêvajoya berxwedana Kobanê ya duyemîne,divê tu kes ji vê şeref û rumetê şunda nemîne.
Bê guman erîş û komkujîyên çeteyên Îslamîst ên Surîyê zora mirov diçe û her Kurdê xwedan şeref û xîret pê qehir dibe.Lê mixabin tişta herî bêhtirîn mirov xemgîn û nîgeran dike sîyaseta partîyên Bakur ên wek DEM û HUDAPAR'ê ser navê gelê Kurd sîyaset dikin,lê belê dijberî berjewendîyên gelê Kurd xizmeta sîyaseta dagirkerande bi çar gavî dimeşin.
Xwedî derketina DEM partîyê li Serokê Venezuela yê dîktator Nicholas Maduro,di warê sîyasî û dîplomatîkde teqez % 100 ne xizmeta gelê Kurde.Ji bona ku mirov bizanibe sîyaseta demê ji stratejîy û berjewendîyên dijminanê gelê Kurdre xizmetê dike ne hewceye ku, mirov feylesofbe,bes tenê mirov kerê kurê kerê nebe bese !
Ma gelo dijbertîya DEM'ê hemberî Amerika û D.Trump ji kîjan berjewendîyên gelê Kurdre xizmet dike? Yan jî çi tiştî bi Kurda dide qezenckirinê?
✓Yan jî dijbertîya HUDA-PAR û DEM'ê hemberî Îsraîl, ji kîre xizmet dike ? Bi rastî gelo ji Kurda're xizmet dike yan dijminê Kurdare xizmet dile?
We doh Trump re çêr dikirin, îro jî hawar û banga îmdadê dikin . Bi rastî hun ser çi hêşmendî û olê ne ?
Halewhale di şuna ku DEM li baronê hişbiran Maduro xwedî derdikeve w bertek nîşanî Amerika dide ,divê wê berteka xwe nîşanî patronê Ahmed Colanî Baxçelî bide.
Ferz û pêwîste çend heb parlemanên Kurd yên xwedan şeref û namus hebin (di kîjan partîyêdebin bilabin) ew demildest terka meclisa Tirk bikin û berê xwe bidin Amed û Neteweyên yekbuyî. Hewar bikin û bêjin gelê qetlîam dikin.
Ew partî rêxistinên Kurd qaşo yên muselman,wek HUDA PAR'ê ,eger ku minafiq û Taxutperest nebin ferz û wacibe di şuna Filistîn û Qudsê li birayên xwe ên Şêx Mexsud û Eşrefîye xwedî derkevin !
Kanê we digot ; Îslam îslam,ma Şêx Mexsud û Eşrefîye qeyî Kâfire?
Divê naha hemu kuçe kolanên bajaran seraser bihejandana.
Ma kanê mumînên îman kamil ,heyhat heyhat !
Ez bawerim dema pêşde ev sîyaseta DEM'ê û HUDA PAR'ê ya sosret,aletewş; wê hım bibe medarê şermê-fedîkirinê û hım jî wê bibe belge-wesîqeyên dîrokî ên rureşîyê û xîyanetê !!!
Ji xwe di nahalde vê sîyasetê îflas kirîye!
Weselam. "Yê Zana dizane,yê nezane wî watrê baqê nîskane"
DEM Partî û patronê demê, dîgel dewleta kur dibêjin "Yekîytîya Surîyê" xeta me ya sore.
Ha vaye xeta sor, qetlîam û terorê dispêre Kurda,ji bilî îmha û tunnekirinê tu rêyê,yan jî mafê jîyanê nade Kurda.
Hîç hêvîya min ji muselman û alema îslamê tunîne.Lê ez omîdwar û bahwerdarim alema medenî û Awrupa wê rê nedin komkujîyên nuh.
Lewra hemu alema medenî û mirovahî ji Kurdanre deyndare.Deynê wan yê şeref û kerametê yê mirovahîy parastinê ji Kurdanre heye. Ez bahwerim wê li me Kurda xwedî derkevin,lê eger ku, judernat û şîxurên di nîv DEM'ê û partîyên Kurda de dîsa nebêjin; "ev pirsgirêka me ya navxwoyîye,hun tevî me nebin"!
Wekî di doza komkujîya Roboskîde derkete holê !!!
Her waha hun dibêjin "em entegrasyona demokratîk dixwezin."
KA DİRÎYA XWEDA BİNİHİRİN, KÎ WÊ Bİ KÎRE ENTEGREBE ?
✓Hunê çewa bi çi rengî kewok û bilbil'an bi marên Kobra've entegre bikin?
✓Hunê çewa mişka û dupişkan bi zarokên çavbelekve entegre bikin?
✓Hunê çewa kharxezal û berxikan bi gur û keftaranve entegre bikin?
✓ Hunê çewa hirç û wehşan di hêlana bebikande xewrakin?
✓Hunê çewa însan û heywana bi hevre heşir bikin?
Yên ku serê zarokê peyxemberê xwe jêkirine,rehm û adalet li zarokên peyxemberê xwere jî nîşan nedane gelo wê çewa rehmê Kurda bikin? Yan jî wê çewa mere bibin xwuşk û bira?
✓Hişmendîy û îdeolojîyek zindî - zindî serê însana serjê bike,
✓Desthilatdarîyekî mirovan zindî zindî pêş kamerande di ataşde bisoje?
✓Ew celladên ku pêş çavê hemu alema medenî zarokan bi kêran serjê bikin û goştê laşê wana bi dayîkên wan bidin xwerinê. Ka binihêrin Ol û hişmendîyek goştê zaroka bike taştê û firavîn, Ka hunê bi çi rengî vî gelê masum û qehreman bi wanre entegre bikin ?
Em baş dizanin ku, " entegrasyon" navê jenosîd û asîmlasyonêye ! Entegrasyoan,maskê xapandina gelê Kurde.Navê xîyaneta hemdemîye !
Ev çeteyên barbar hêna duh di kuçe kolanên Suweyda û Lazkîyêde serê Durzî û Alewîyan bi keviran diperçiqandin,rihsipî û kalên 90 -salî agir bera rih-simêlên wan didan û disotin.
Ka gelo Kurda radestî van hovan bikin wê çi bînin serê Kurda ? Gelo hun van hl buyeran hîç difikirin?
Wê çiqas namusê peymal û çiqas malbatê bê mal bihêlin?
Ev barbar- hovên ku, mînanî kelba însana didin awtandinê,waxtê Kurd entegrebin gelo wê çi bînin serê Kurda ???
Ev hovên hêna heft sal berê piştî komkojî, teror û talankirina Şenegalê jinên Kurda di bazarên medenîyetê'de bi 100 dolarî dikirîn û difirotin,gelo piştî entegrasyonê wê çi bînin serê Jin û namusa Kurda ?
✓ Ev hovên xwînmij,ji bilî teror, talan,tecawiz,qesb,cînayet,îşkence,şehwet û sadîzmê tiştekî dizanin gelo?
Ez bêhtirîn vekirî bêjim; ger Qurbanîyên Şengalê bi 100 dolarî hatin firotanê ,wê vê carê piştî entegrasyonê zarok û jinên me Kurda wê bi 10 dolar bifiroşin .
Her kî Kurdê ku şeref,namus û wijdana wî hebe divê hemberî proja entegrasyonê derkeve.Yan mirin yan neman.Yan jîyanek azad û serbest,yan jî mirinek bi rumet !
Entegrasyon teqez ne gorî rastî û realîta me Kurdaye,Kurd hêjayî federasyonu û serxwebunêye.Bê artêş û bê dewlet ne pêkane Kurd Şeref û namusa xwe biparêze.Hemu dewletên muselmana maf û şeref û huquqa me Kurda peymal dikin.Tişta ku ji bona mar û mişka jî rewaye ,ma çima ji bona gelê Kurd ne rewaye?
Her kî hemberî vî mafê Kurda yê meşru derkeve ,kî dibe bilabe,hezkî dewlet,hezkî şexsîyet ew ne doste dijmine! Weselam.
Yên feylesofî û zanebêjîya xeta " Bê Dewletbunê" dikin pêkve sextekar,derewkar,xapxapo û xaînin.Belê waxtê hemu dewletên cîhanê giştîyan hebuna xwe fesixkirin,yan jî hemu dewletên dinê bin sîwana yek dewletêde bune yek rêz bila wê hingê yek pisîkek me Kurda jî tunnebe.Em jî wê hingê dewlet naxwazin.Şerê tev eşîrê dawete !
Yek çengek Tirkê Qibrîsêre mafê dewletbunê helale,lê 70 mîlîyon Kurd re herame, ne wisa hi?
✓ Çi dewlet û şexsîyet,çi sîyasetmedar û ilimdar,çi rojnameger û hukumdar,çi partîzan û oldar,çi Serok û Serdar her kî dibe bilabe yê ku hişmendîya bê dewletbunê ser Kurda ferz bike ew xulam û xizmetkarê dagirkerane.
✓Her waha yê ku, hişmendîya teslîmîyeta Kurda û entegrasyona Rojava rewa bike, heman demêde tê wateya ku ew plana komkujî û tunnekirina Kurda amade dike !
✓Hîç tu Kurdê bi şeref û rumet wekî peza Qurbanê serê xwe nade ber kêra Qesabê xwe !
Heman rengî hîç tu rewşenbîr welatparêzê Kurd ên xwedanê nasname û rumeta miletî vê hişmendîyê napejirînin
✓ Ew dewlet û şexsîyetên zalim,yên dixwezin gelê me yê Rojava radestî çeteyên hov ên Fundamentalst bikin,heman demêde ew bi destê xwe goristana xwe vedikolin .Bê guman rihê berxwedanê ,gelê Kurdê serkeve. Ez hemu piştegirên çeteyan lanet û şermezar dikim.Gelê Kurd dost û dijminê xwe baş dinase.
✓Heman demêde ez hêvîdar û omîdwarim dîgel piştgirîya hemu Kurdên cîhanê di serîde bi rêz Serok Mesud Barzanî û Serok Talabanî wê bi hêza Pêşmergeyên Qehremanve wekî Koban û Şengalê dîsa wê piştgirîyê bidin gelê xwe yê Şêx Mexsud û Eşrefîyeyê. Wê teqez rê nedin komkujîya ser Şêx Mexsud,Eşrefîye û Şengalên Nuh!
✓ Eger ku li Helebê Qetlîama li ser Kurda bêhtirîn kurbe,rê lê neyê girtinê,
Eger ku dîsa Helebçe û Şengal dubarebe,divê wê hingê em Kurd ,(di serîde jî ez bi xwe) pêwîste em pêkve hım Ola xwe û hım jî pêşrew û rêberê xwe biguherînin.Dîtir hîç tu rêy û rêbazê ez nabînim.Lewra heya em Ol û rêberên xwe neguherin,ne dijminên me têtin guherandinê û ne jî sernivişta me tête veguherandinê.
Bijî Berxwedana gelê me yê Şêx Mexsud û Eşrefîyê
Bimre Çeteyên barbar û piştegîrên hovan...
11:07
| Bu dünyadan TERZİ FİKRİ geçti… | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Pembe Bir Yazı: Seven Gönüller İçin Şiir | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Suriye’de Neler Oluyor? Türkiye’ye Nasıl Yansıyacak? | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Her Dindar, İyi İnsan Mıdır? | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Var-Mısın? | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Do Dewlet û Do Tax | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Mutlu Muyuz? | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Kredi Kartının Sevmediği Meseleler | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| 20 Aralık Koca Bir Karanlık... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Serhat Ardahan Tren, Tünel, Konsolosluk, Beklerken, Ya Batum... | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Deprem bölgesinde matrah artışı ve vergi artırımı geldi | ![]() |
| Abdulhadi AKMUGAN YMM.Bağımsız Denetçi |
|
| Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
| Daşkacı Ewdo | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
| NARİN | ![]() |
| Av. Resul Barış Mızrak | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Cumhuriyet Gazetesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
Azerbaycan Haber Ajansı
Agos Gazetesi
OdaTv
T24
Tele1
Ermeni Haber Ajansı
KrdNews
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Haber Önü
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Bitlisname
• JİNNEWS
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi