
Do Dewlet û Do Tax - Mehmet AVCI

Do Dewlet û Do Tax
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 13 / 01 / 2026 |
Yazı Okunma: 540
Do dewlet ,
Hatine ser du taxan
Ango,
Nevîyên Yezîd û Hulagu dest dane destê hev
Îdeolojîya wan Turan û talane
Şêx Meqsud û Eşrefîye Kerbelaya zemane
Zarokên me ên neynok nehatî nîv xwînê mane
Rêberê wan Deccal û Ehrîman e
Her der agır û duxane
Her der qada berxwedane
Şêx Meqsud û Eşrefîye wêran û tofane
Gurme gurma topan û moxane
Dinya fetisîye di bê dengîya şermêde
Heleb dorpêç buye di bê bextîya dinêde
Kurd dîsa tenêne di nîv keftar û hovande
Tenê sêsed Spartaî yên Cengawer
Sêsed Keç û xortên dil şêr
Bi rihê berxwedanê dilek tazî,
Bi vîn û dilsozî
Bê hawar û gazî
Her yek mîna şurê dev rus-tazî
Lehengê serdemê Zîyad Heleb e
Bê saw û tirs nivîsandin destana rumeta
Hemberî top û tanga/ Hemberî do dewleta
Mînanî 300 cengawerên Sparta
Nevîyên Rostem û Selaheddîn
Pêkve keç û xortên wek Agîta
Dîrok dibare dibe li ser xeta
Dîrok nivîsandin bi xwîna keç-xorta
Ax keça dev bi ken/Kulîlka zivistanê
Xwuşka min a tenê/Cengawera man û nemanê
Bila sond û peymanbe
Ew kenê te Fermana tolhildanêbe
Ew kenê te mohra welatê serbixwebe
Ez îro nexwaş û xemgînim
Nexwaşê nav nivînim
Nîv hestên xwînîde me ez
Kura , Erez rondikên çavê mine-
diherikin derya xeman
Tenê awirên te egera qîyametêye
Dil teqandî di çalakîya fedaîde
Sed dil û dewlet gorîyê tene
Ev welatê Rojêye
Sefer heye zafer tunne
Sed mîlîyon Kurd şagirt û peyrewê tene
Xwezîya ez îro ne nexweşbama di nîv nivînê
Şehîdbuma gel te di kuçe-kolanên Heleba birîndarde
Yan ez bendê pêlava te buma di kuçe kolanên xwînêde
Tekmîl dijminên me li ser karın
Bi kemîn û bi hesarin çar kenarin
Tev barbarin û wek gurê harin
Bê wijdan û bê exlaq pir xedarin
Em Kurd dîsa tenê histu xwarin.
Mîna teyrê basık şiketî birîndarin
Serma çelle tuje mîna kêrê,
Birçîbun û mirin tevî bahoza bê dengîyê dibe
Li kuçe kolanên Şêx Meqsud
Wa li hêlekî mirov bune yexsîrê ajal'an Şeref û namus buye peymal û talan
Wa li hêlekî dayîkek diqîre w dibêje;
"Tiştekî me yê em jê bitirsin nîne
Tiştekî me yê em veşêrin tune
Tiştekî me yê em jê fedîkin nîne
Tiştekî me yê em windakin tunne -
ji bilî zincîrên koledarîyê !
Me bi derzîyêve bîr kolaye
Em zelal'in mîna ava zemzemê
Muselman dibêjin ava zemzemê derketîye
Ha vaye ji axa me,
Xwîna zarokên me difure
Tevî Dîcle -Firat
Her yekî me qurçek xwîna zarokên xwe vexwarîye.
Hêrsa me ne ya însanaye ku,
Em ji însanîyeta xwe derkevin
Ev sund û peymana meye
Yan azadî yan neman "!!!
Biratîya Ometê berêde derewek puçe
Her wekî Biratîya gelan
Ev şurê qirrêje herdem ber histuyê me
Di kuçe kolanên welatê minde
Tenê bawermendê wê ehmeq'in.
Nebî tu bawerkî ji biratîya barbaran
Ez dibînim,
Tırs û xofê hêlîn çêkirîye di çavê zarokande
Hovên dirinde,
Ba tekbîr Selaa
Bi pencê xwe yê gemarve difetisînin zarokên me ên derguşêde
Navê wan Fatime,Zîlan û Bêrîtan e
Diqurçimînin nêrgêz kulîlkên welatê min-
di bihara jîyanêde
Ez dibînim,
Di çavê kal -pîrande neçarî digrî w rondik dibarîne
Ez dizanim her kenekî vemirandî kujerekî xwe heye
Lê kujerê min û gelê min felsefa bê dewletbunêye
Kujerê min Lat û Senemê sexteye
Kujerê me dilê me yê safe
Û yek jî bê Rêbertî û bê xwedîtîye
Hawar birano,
Bila mirov bê Xwedabe lê, bê xwedî nebe!
Hîç pêkane dojeh bibe bihuşt
Hîç pêkane dijmin bibe dost
Hîç pêkane xwîn bibe av
Hîç pêkane qîr bibe berf ?
Hîç pêkane gur û keftar bibin dost
Guh nedin çîrokên sîxuran
Guhdarkin ji min şîretê
Ev roj roja namus xîretê
Çi Serok ,çi şêxê terîqetê
Kes nade te nirx û qîmetê
Nebin xulam û kerê Ometê
Ger dixwezî nirx û rumetš
Şerke ji bo şan û hurrîyetê
Ka dîsa birînan bipêçin fenanî Şengal û Helebçe
Ax ez dizanim wê dîsa biharê bê
Rojê hilbê ber ezmanê me
Û dewranê cardî bizivire
Tu amadebe ji siberojan tola me heye !
(Ev helbest rewayî şehîdê memir General Zîyad Heleb û hemu cangorîyên berxwedana Helebêye.)
13:10
| Pirtûk û Wêje, Yazar Mahmut Alınak ile Söyleşi | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Türklere Özgü Davranışlar Hem Gülüp Hem Düşünelim | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| 2.2 Milyar Lira ve Gençlerin Geleceği | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Tu Evînekbuyî | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Yiyin Efendiler Yiyin | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Eğitim Bildirgesi: 40 Yılda Ne Değişti, Ne Değişmedi? | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Pazar Yalnızlığı... | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Leto ne oldu o iş?! | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Çağımızın Cehaleti (Toplumdan Bireye, Değerden Çıkarcılığa) | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Aferin Hamza | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Güle Güle Veli Türkeli... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Karar Gazetesi
Fotomaç Gazetesi
DHA
Artı Gerçek
Milli Gazetesi
OdaTv
T24
Tele2
Ermeni Haber Ajansı
Amerika'nın Sesi
Evrensel Gazetesi
Jin News
Sözcü Gazetesi
• Rûdaw
• Bernamegeh
• Kürdistan24
• Kundir
• Şalom Gazetesi
• Mezopotamya Ajansı
• Nerina Azad
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi