
Çîya Nêzîkî Xwedane - Mehmet AVCI

Çîya Nêzîkî Xwedane
Yazar: Mehmet AVCI |
Tarih: 05 / 07 / 2026 |
Yazı Okunma: 144
Ev çîyayên bilind
Her dem durî bajaran, nêzîkî Xwedane
Mînanî neynika dîrokê pêş çavê mine
Hey Agirî ,
Çend caran agirê xezebê alast bedena te
Çend Caran dar û daristanên te şewitîn ?
Te çend caran xêlî-xelatên xwe sotin buka mala-
bavê min ?
Û çend hezar dil û evîn şewitîn di nîv agirê te'de?
Ez zanim ez çi dibînim,
Ev çîyayê mezin dilê mine
Bedew û buka çîyane
Serî bi kofî û kitane
Ev çîya
Kujerê sed hezan keç û xortan e !
Dur û nêzîk çîyayê mine
Bêhna rabirduya min jê difure
Di şevên zivistanên sarde
Daîm ba û bahoz-bagere
Bê cil û bê berg
Bê ardu û bê ataş
Bê nivîn û bê hêlîn
Bê şîv û bê şevîn
Wê bi evînê ez hemêz dikirim-
di şikeftên berxwedanêde
Di şevên herî sarde ez ne diqerisîm-
nîv tîna hemêza tede.
Gava çavê min pê dikeve stranek dikele ji nîv dilê- min;
De heylo siwaro çîya bilindin ez te nabînim
Rêka me dur û deraze
Na ez xerîbîyê nahebînim
Gelî kurin,zinnar wek şurin
Ez vê rêyê naqedînim
Ev çîya navê xwe Ararate,
Laşê xwe yeke serî bi cote
Berz û balaye,bi hêrs û heybete
Keleha felate,nîşana Rojhilate
Ew şiverêyên ser bejna te,remza felate
Tev volqan û duxan,agir û pête
Kendal û Xilxilene,zinnar û tehte
Wek dilê min bi ar û şewate
Ber sîngê wê sînor û xete
Birîndarê Sykes û Pîcot e !
Ez zanim ez çi dibînim,
Ev çîya durbîne,dilan didize
Çavkanîya Avareş û Ereze
Hêlîna daraş û teyrê baze
Xweş wargeh û zozan û koze
Bax û bostan,fêkî û reze
Medarê hestên azad,bilind û berze
Çi xweş aramgahek pîroze
Dil divê çot kevokan ber ezman bifirîne
Yanî aramîyek nayê salixdanê heye
Ez nekarim bihînim ziman .
Li welatê Rojê
Her çîyayek nasnameyek xwe heye
Her çîyayek navnîşanek xwe heye
Her çîyayek şexsîyetek xwe heye
Her çîyayek sed kerametê xwe heye
Ev çîyayê me,navnuçika xwe Gilîdaxe
Berz û bilind bê derya û bê qiraxe
Lutkeya wî mij-dumane
Lê damen bostan û rez û baxe
Ev çîya hêlîna baz û daraşan,
Û navnîşana Xwedawendane
Ser sînga xwe hezaran newal û şaxe
Mînanî dayîka min cerg û dil dax bi daxe
Vî çîyayî, hezaran çîya welidandine
Û hezaran çîya di zikê xwede veşartine
Nasnameya xwe îsyan û serîhildane
Îro jî navê tuxyana vî çîyayî xîyanet û bê dewletbune
Wargeha leheng û merdane ev çîya
Lîmana keştîya Nuh peyxambere
Li vir her dem bahoz û bagere
Mixabin emrê çûyî venagere !
Çîyayên me,
Sembola dadê şahidê demêne
Lewra hinde bê denge,serî mêj-dumane
Xweş stargeh û mertal emane
Aramîyek bê deng çiqas min kaş dike
Dil,derwêşek munzewîye pêş cezba çîya
Min daye pey bêhna xezal û pezkuvîya
Zanim,
Bê dengîya te hedan û zafere
Lê dengê te xezeb û tofana Nuh peyxemmbere.
Tu lêde bilura xwe bi bahoza Elegezê
Cotê pez kuvîyan va dibezin nîv mêşe dara gezê
Ez mame branda yek xeber û peyam û sozê
Emê vê payîzê jî derbaskin bi bendewarîya Azîzê
Tu pîrozî wek Quds û Kabe
Her yek zinarekî te bê guman Qiblegahe
Amentu sed Nuh û Mesîh ber te secdene !!!
Çîya bangî mirovan dikin
Lê bangek bê denge tenê dildar dibihîzin
Û tenê evîndar dileyîzin
Ger zimanê çîya hebaya ez zanim wê çi gotibana
Ji rengê rojên borî û bîranînên bê mirin
Ji sunda fermandaran
Ji hêvîyên Çîyageran
Ji trajedîyên penaberan
Ji evînên evîndaran
Ji lorîkên bêrîvanan
Ji hesretên xerîb duran
Ji serencamên cengaweran
Ji çîrokên şoreşgeran
Ji destanên nîvcumayî
Belê,
Ez zanim wê çi gotibana;
Gelo me kuda şaşîtî kir,
Me çima kilîda çîya windakir ?
Lê hêvî zînde û bê mirine
Evîn wek dara Şîlanêye li ser sîngê çîya
Hemberî ba û bahozan
Pez kuvîyek ber latan e
Şîlan xwoş mêweye,pîj-keleme
Dil wek çuka ber şaxan bê tebate
Ez îro dîsa bejna Agirî şabum
Çavê min li şive rêyan ket
Dilê min hindirve agir pêket
Ew şun û şopa pakrewana
Dîsa,
Bîranînan erîşî ser dil kir.
Dil wek Volkan û are.
18:17
| Metran İsa Destanındaki Ermeni Meryem ile Kürt Ali’nin Aşkı | ![]() |
| Murat AKKUŞ | |
| Kamil Arslan Sana Hiç Yakışmadı | ![]() |
| Akay AKTAŞ | |
| Sahi sizin beklentiniz neydi? | ![]() |
| Fatma Çetin KABADAYI | |
| Olasılık Dahilinde | ![]() |
| Bahattin PARLAR | |
| Türk Burjuvazisinin Nato’ya Sığınması | ![]() |
| Zeki SARIHAN | |
| Kapitalizm Kirletiyor | ![]() |
| Yusuf YILDIRIM Em.İl.Trm.Mdr. | |
| Çîya Nêzîkî Xwedane | ![]() |
| Mehmet AVCI | |
| Yol nere giderse gitsin, biz Iğdır'a... | ![]() |
| Ziya Yıldırım GÜNTEKİN | |
| Ankara’ya Asılan Panolar Utancımızı Da Gizler Mi? | ![]() |
| Ayhan ONGUN | |
| Kadın | ![]() |
| Adem TANIŞMAN | |
| Newroz'u olmazsa da Double W'yi özgürleştiren haberimiz.. | ![]() |
| Fakir YILMAZ | |
| Topçu Bebel Garcia'nın Franko faşizmini mundar ettiği eylem | ![]() |
| Daşkacı Ewdo | |
| 10 Ekim 2015 Ankara Garı! Affetmeyeceğiz, Unutmayacağız! | ![]() |
| Hasan ÇATAK | |
| NARİN | ![]() |
| Av. Resul Barış Mızrak | |
Iğdır Belediyesi
Iğdır İl Emniyet Müdürlüğü
Iğdır İl Tarım Müdürlüğü
Çevre Ve Şehircilik İl Müdürlüğü
Iğdır İl Milli Eğitim
Iğdır İl Sağlık Müdürlüğü
Iğdır İl Özel İdare
Iğdır Gençlik ve Spor
Iğdır Havalimanı
Iğdır SGK
Iğdır TSO
Iğdır Barosu
Aralık Belediyesi
Karakoyunlu Belediyesi
Tuzluca Belediyesi
Halfeli Belediyesi
Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.
Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi