• Ticaret Bakan Yardımcısı Gürcan’dan ITSO’ya 'Hayırlı olsun' ziyareti Ticaret Bakan Yardımcısı Mahmut Gürcan’dan Uğur Artantaş’a Hayırlı Olsun Ziyareti...           • 2027’de Bağırsak Sağlığında Fermente Besinler Öne Çıkıyor Yoğurt, Kefir ve Fermente Sebzeler Yeniden Gündemde Yoğurt, kefir ve fermente sebzelere y&...           • Hayvan yetiştiricilerine destekleme başvurusunda son gün uyarısı TÜRKYED Genel Başkanı Nihat Çelik’ten hayvan yetiştiricilerine son gün uyar...           • Türkiye doğum sayısında dünyada 28’inci sıraya geriledi Birleşmiş Milletler (BM) tahminlerine göre, 2026 yılında dünya genelinde yaklaşık 132.5 ...           • Davulsuz düğünlerin kadim klamlarının son taşıyıcıları Pinyanîşili kadınlar, düğünlerde davul-zurna ve modern müzik yerine klam gele...           • Geleceğin Diş Hekimleri Beyaz Önlüklerini Giydi Iğdır Üniversitesi Diş Hekimliği Fakültesi birinci sınıf öğrencileri, düzenlen...           • TÜED Şube Başkanı İsa Bilir: İntibak olmadan eşitlik sağlanamaz TÜED Iğdır Şube Başkanı İsa Bilir: Emeklilerin aldığı maaş geçinmelerine yetmiyor ...           • Kasım Çarman basına yaptıklarını ve yapacaklarını anlattı Iğdır İl Özel İdaresi Genel Sekreteri Kasım Çarman Basınla Buluştu: “2027’...           • Cumhuriyet Başsavcısı Onur Yılmaz’dan Rektör Gürel’e Ziyaret Iğdır Cumhuriyet Başsavcısı Yılmaz’dan Rektör Gürel’e Ziyaret Iğdır Cumhuri...           • İran'ın Sine Eyalet Valisi: Köylerin Kürtçe isimleri iade edilecek İran'ın Sine Eyaleti Valisi Areş Lihoni, geçmişte isimleri değiştirilen köylerin ö...           
Site İçi Arama
Haber Arşiv
     
Son Videolar

DBP İl Kongresi Yapıldı
90 İzlenme, 0 Yorum

ITSO Yeni Başkanını Seçti
118 İzlenme, 0 Yorum

Av. Medet Serhat Anıldı
111 İzlenme, 0 Yorum

ITSO Adayından Açıklama
131 İzlenme, 0 Yorum

Dağda 11 Göçmen Yakalandı
121 İzlenme, 0 Yorum

Rektör, Haber Global'e Konuştu
144 İzlenme, 0 Yorum

Vekil Hun: Sansürü durdurun
154 İzlenme, 0 Yorum

Tır'da 21 Göçmen Yakalandı
161 İzlenme, 0 Yorum

Emniyetten Önemli Uyarı!
157 İzlenme, 0 Yorum

Ziraat Odası: Çiftçi Zorda!
179 İzlenme, 0 Yorum

Cumhuriyet sofraları kuruldu
168 İzlenme, 0 Yorum

Iğdır'da Bıçaklı Gasp!
175 İzlenme, 0 Yorum

Motosiklet Hırsızları..!
202 İzlenme, 0 Yorum

Hun Adet Kardeşleri Sordu
243 İzlenme, 0 Yorum

İYİ Parti'den Önemli Açıklama!
229 İzlenme, 0 Yorum
İstatistikler
Toplam: 4279810
Aktif: 75
Bugün: 4805
Dün: 4154
Paylaş
Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google

Em Dıçûn - Cengiz EKER

Em Dıçûn

Yazar: Cengiz EKER |  Tarih: 20 / 11 / 2026 |  Yazı Okunma: 338


Em diçûn,ji ber hurmehurma me şevê ,mîna nêçîra ji ber devê tivinga nêçîrvanan hilê ,xwe diavete ber taldeyê dar û deviyan.Seyên şivanî ji düredûr direyan.Tirsa bi salan,mîna kiraseki kevn, zîvolzîvolî dibû û ji bedena me dihete xwerê.Dengê gurmegurma dilê me li gelî û newalên welat hilnedihat.Warzebayê xalêvê gav bi gav belediya me dikir.Dem ,mîna hespekî westiyayî li dû me dilikumî.Care yekê bû ku tu kes li pey me nedigiya… 

      Em diçûn,bendê bindestiyê bi her gava me re vedikişiya,vedikişiya,vedikişiya heya ku di ciyê herî zirav de diqetiya.Gilî û gazinan terka zimanê me dida.Ruhê me li ser boçikê ji nû ve hêşîn dibû.Aqilê me xwe hînî tiştên nebûyî dikir.Ruyê me , ji bo ku bikene bi hincetan digeriya.Ji koma me xortekî xişîm,bi pisporiyeke ku me jê nedipa, li fîtikê dixist.Dîsa ji komê,kalekî rûdankever straneke kevn bi heweseke teze li fîtika xorto dianî û di nerma xwe de dinitirand…

       Em diçûn û vê carê me zanibû bê ka em bi kude diçin.Berê me hemiyan li heman alî bû.Vê yekê riya me kurtir û hêviya me xurtir dikir.Me menzîla xwe bi gotinên xwe binav dikir.Me ,wê rojê li wir deriyê serdemekê bi destê xwe heya dawiyê digirt û derî li ber serdemeke nû vedikir.Me li ber agirê kuçik,bi ser navê bîrewariyan şerma derengmayînê bi riya mikurhatinê parve dikir.Piştî hesabê xêr û guneyan,ji bo ku em bikaribin li nava çavên zarokên xwe binihêrin,me dadida kevirê destê kal û bavên xwe,qalikê zivistanên welatê xwe yên  bêdawî kun dikir û di wan kunan re serê xwe mîna zîlikên derbiharê çik radikir…

       Em diçûn,me bendê pişta xwe ne ji bo axînên kûr lê, ji bo kar û barên giran bi şid girê dida.Me sonda xwe dikir yek da ku em careke din li hevdu nekin rik.Me êdî guh nedida gotegotan û her wisa jî tiştên erzan.Ji me yekî bigota ,”kul”,yê din digot,”can”.Me dest dabû hev ,çi ser xetê ,çi bin xetê.Me xewa şevan û nanê devan li xwe heram dikir heya  ku dabiniya dahata gelê me li ser destê me nebûya hukmê eseyî yê hetehetê.Me êşên pêşkoçiyên xwe ji xwe re dikirin hincet û gotinên wan jî ji bo me dibûn  şîret.Me hemî pezên doşanî didan cotek solên hesinî û em pê diçûn…

      Em diçûn,erd û asîman bi serdanpê ji bo me dibûn rê.”Kevir li ber lingên me dibûn penêr”.Her ku em diçûn destên me mezintir dibûn.Her yek ji wan dibû destê pehlevanên dewra berê.Me  bi wan destan  sterkên xuricî ,berî ku bikevin erdê li hewa bi yeko-yeko digirtin û dîsa datanîn şuna wan.Ji xeybê dengek dihate guhê me ;yekî bi bextewariyeke bêhempa digot:”Li vî welatî îşev êdî tu kes namire”.Bayê bextewariya wî em ji navê ve radipêçan.Me bi mereqdarî ji hevdu dipirsî û digot;gelo li welatê me şeveke  bêmirin pêkan e û heke pêkan be tiştekî çawa ne..?

     Em diçûn, li ser sîngê me minminîkan bask lêdidan.Hestên me yên cemidî, di hêlîna hêviyê de ji nû ve gul vedidan.Me diayên qencan bi şuna morîkên nezerê dikirin stuyê xwe û tim bi xwe re digerandin.Me dîdarên hezkiriyên xwe li ser rûyê hîva çardeşevî nexş dikirin.Me bîra xwe bi kevirên xêrê lêdikir û hemî jiyanyariyên li ser oxirê  mîna spardeyên pîroz di wir de bi cî dikirin.Me agirê  xeyîdî li kuçikên sêwî dibanand.Me ji her malê rê dibire maleke din.Me kenê li ser rûyê zarokan, bi destê xwe kom dikir û mîna tovê azadiyê li axa welat direşand.

      Em diçûn,toza koça me dikete çavên xêrnexwazan.Xofê bi alemê digirt.Nepakên newêrek tewlebaz didane xwe û di vir de û wê de direviyan.Şêrên  li ber tendûran,ji bo ku devê xwe vala nehêlin  bi miremir hin gotinên gir digotin.Hin berçûyiyên,bavneçê û xalxerab,di bin hêşiya konan de kelêşk dikotin.Hûtê heftserî,yê ku her şeva mala xwedê dihat,çongên xwe didanê ser lûtkeya Çiyayê Gilîdaxê,devê xwe dikire Çemê Erez,ava wî tev vedixwar û xelkê belengaz ji tîna qir dikir,gava dengê reperepa linge me dibihîst, çilape dikir  direviya û ji bo ku xwe tê de veşêre li qulekê digeriya…

      Em diçûn,gumanên giran ku,ew berê mîna rîşa pûç tim li lingên me dialiyan û nedihîştin em ji ciyê xwe bilipitin,niha hemî libo-libo li pişt me diman.Me bi helanên xwe gund û bajar tev ji xewa mirinê hişyar dikirin.Me bi dirêjahiya destên xwe birînên kevn û teze tev derman dikirin.Me leyîstikên dîroka derewîn yên tarî û qilêr bi şemla agirê bedenên xwe pûç dikirin.Me li herçar aliyên welêt,bi mexseda qorxkirinê bihust-bihust qûç lêdikirin.Di tûrê me de mizgîniya siberojê,em bigavên mezin dimeşiyan.Me bi çûyîna xwe av li ser kal û bavên xwe zelal dikir û her wisa me şîrê diya xwe li xwe helal dikir…

       Em diçûn,bendewariyên belengazan her xwe li me digirtin.Çiyayên dilhebîn bi kenê dostan hembêza xwe ji me re vedikirin.Kozîkên pêşiyên me ku,ew bûn mîrateya herî hêja ji wan mayî,bi kêf û kelecan silava me werdigirtin.Dinya careke din bi meşa me dizivirî û dîsa li xwe vedigerî.Me bi hemî hinga xwe ,bextê reş li textê xwînê wer dikir û bi vê rê şewata dile dayîkên xwe piçekî sar dikir.Me feleka xayîn di xew de digirt,li kerekî kulek sîwar dikir û ber bi binê Geliyê Gêndelê bi rê dikir.Paşê îca ji dilê xwe re kum û  koloz xwar dikir…

     Em diçûn,xew li xwediyê sukrê diherimî.Zûrezûr di gewriya guran de dima.Mêrê Kulê,mîna siya ku tav lê derê,  ji holê radibû. Li qesir û qonqxên li ser girên bilind çira vedimirîn.Tatêlên kûr bi pirtepirteke spîçolkî şuna çira dadigirtin.Ewrên berexêriyê,yên ku me qîrçeqîrça wan ji zû ve ji bîra kiribû ,êdî nema xwe radigirtin.Baran dibarî ge tavî ge jî xunavî.Dibarî ,dibarî,,dibarî heya ku avê dida çongên çiyayê herî mezin.Me dida nava avê û em diçûn…

      Em diçûn,sibe nêzîk dibû.Bayê berbangê bêhna azadîyê diwîzande nava dil û hinavên me.Yêzdan li ser textê xwe rûdinişt û bi awirên heyîrî li me temaşe dikir.Diyar bû ku xerîbê vê yekê ye.Lewra,ji ya dîtî bawer nadikir û nizanibû bê ka wê çi bike.Biryar nedida ;ka gelo wê  ji me re çepikan lêbixe yan mîna berê, dîsa me ji rê derbixe.De bila ew her bifikire,em diçûn û  em êdî pê hisiyabûn,bêyî çepikên wî jî em dikarin kar bikin…

13:55




Paylaş: Facebook  Twitter  Stumbleupon  Delicious  Google
Yazarın diğer yazıları
Henüz yorum bulunmamaktadır. İlk yorumu siz yapabilirsiniz.

Ad, Soyad *
E-Mail *
Kalan karekter sayısı:
Yorum *
Güvenlik kodunu giriniz:
captcha
*
(* Doldurulması zorunlu alanlar)

Köşe Yazıları
Fotoğraf Galerisi
Iğdır Resmi Siteler
Gazeteler
Reklam Alanı

ads.sepetteknoloji.com/sepetteknoloji-ads.min.js

Sitemizdeki yazı, fotoğraf ve haberlerin her hakkı saklıdır. İzinsiz veya Kaynak gösterilmeden kullanılamaz.

İçerik Rss - Haberler Rss

Tasarım ve Programlama: Iğdır Doğuş Gazetesi